09:32 12 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkuk-petrol

    Iraq û Tirkiye ji bo petrola Kerkûkê civîyan

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ragihand ku ew ji bo petrola Kerkûkê hinardeyî bendera Ceyhanê bikin, ligel şandeya Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê re civîya ne.

    Di daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Wezareta Petrolê Asim Cîhad de, hat eşkerekirin ku heyeta Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê ya bilind a teknîkî hatiye Iraqê û hevdîtinek ligel wan hatiye kirin.

    Cîhad da zanîn ku di hevdîtinê de pirsgirêkên teknîkî yên hinardekirina petrolê bi ser bendera Ceyhanê de û firotina petrolê bi ser kompaniya Petrola Iraqê SOMOyê re hatine gotûbêjkirin.

    Cîhad da xuyakirin ku tê çaverêkirin civînên dahatu yên li ser pirsgirêkên îdarî û hinardeya petrolê li Tirkiyê berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    Nûjenkirina Kolana Mehmed Uzun bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
    Gerestêrkeke bi qasî dinyayê hate keşfkirin
    Fûad Mehsûm ji hikûmeta Iraqê xwest qedexeya firînê rake
    HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de