21:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    "Dibe di demeke nêz de diyaloga Bexda û Hewlêrê dest pê bike"

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Televizyona El Xedê ya iraqî derbarê rewşa dawî ya têkiliyên Bexdayê û Hewlêrê de wiha de û tê de diyar kir ku daxuyaniya du a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî erênî li Bexdayê hatiye pêşwazîkirin. Herwiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku navbeynkarî tê kirin ji bo diyalog di navbera herdû aliyan de dest pê bike.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê bersiva biryara Dadgeha Federal a Iraqê daibû û ragihandibû ku ew rêzê ji vê ravekirinê re digirin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastine hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicihkirin.

    "EBADÎ DIXWAZE BÊ TUNDÛTÛJÎ, DERIYAN KONTROL BIKE"

    Televizyona iraqî di nûçeya xwe de dibêje: " Li gel ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû ku Hikûmeta Federal dê deriyên sînorî kontrol bike jî lê teqez kiribû ku dê tundtûjiyê ji bo wî tiştî bi kar neyêne û dê rageşiyê zêde neke. Wiha diyar e ku lihevkirinên nû di navbera Bexda û Hewlêrê de çêbibin. Mirov dikare bibêje ku piştî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest bi peywira birêveberiya meseleyan kir.

    Di berdewamiya nûçeyê de, peyamnêr wiha dibêje: "Hinek biryarên din jî hene ku ji aliyê Hikûmetê ve hatin dane ku wek di berjewndiyên Kurdistanê de ne. Hinek ji wan e; Diyarkirina mekanîzmeyekê ji bo dana muçeyên Pêşmerge û karmendan û herwiha vegera Bankaya Navendî ya Iraqê ji girtina beşên din bankayên yên li Herêmê."

    "ŞANDEYEKE KURDÎ DÊ SERDANA BEXDAYÊ BIKE"

    Li gorî nûçeyê şandeyeke kurdî dê rojên pêş de serdana Bexdayê bike û wiha diewam kir: "Herwiha gotin hene ku şandeyeke kurdî heye ku dê piştî çend rojan serdana Bexdayê bike daku doza referandûmê bike, nexasim ku Dadgeha Federal a Iraqê dê di 20ê mehê de li doza referandûmê binerin ji bo biryarê bidin bê destûrî bû yan na."

    Ji aliyê din ve, televizyon diyar dike ku navbeynkarî heNe ji bo ku diyalog di navbera Hikûmeta Kurdistanê û ya Iraqê de dest pê bikin.

    "JI BI DERIYÊN SÎNORÎ PÊŞNIYAREKE DIN HEYE"

    "Ji bo deriyên sînorî jî, hinek pêşniyar hene ku deriyên sînorî ji aliyê hêzên federal û hikûmeta navendî ve werin parastin lê karmendên Herêma Kurdistanê wan bi rê ve bibin. Anku Pêşmerge dê li wan deriyan karmend bin û peywira parastin an jî birêveberiyê dê ya hêzên iraqî be."

    "BILA HÊZEKE IRAQÎ WERE AVAKIRIN Û TEVAHIYA HERÊMA KURDISTANÊ KONTROL BIKE"

    Di berdewamiyê de, peyamnêrê televizyoan El Xedê destnîşan kir ku piraniya rayedarên hikûmeta Navendî ya Iraqê bi erênî pêşwaziya daxuyaniya Herêma Kurdistanê kiriye û wiha dewam kir: "Lê baskek ji Partiya Dawayê heye ku rageşiyê zêde dike. Îro wî baskî xwest ku hêzeke leşkerî ya federal hikûmeta Iraqê bê damezirandin daku Herêma Kurdistanê bi rê ve bibe. Dixwazin ew hêz him sînoran him jî karûbarên hundirîn jî bi rê ve bibe. Lê ew tenê yek deng e, yên din hemû dixwazin rewş bê aramkirin".

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê: Pêşeroj ne diyar e
    Homoseskeulîtî li Kurdistanê: Asayîbûn heye lê asteng jî pir in
    Kurdistanê 80 milyon dolar dan hilberînerên petrolê
    Qibris: Em amade ne ku bi Herêma Kurdistanê re alikariyê bikin
    Parlamentoya Kurdistanê ofîsa xwe ya li Kerkûkê girt
    Iraq danûstandinên bi pereyên biyanî li bankayên Kurdistanê qedexe dike
    Du welatiyên kurd ji ber bilindkirina ala Kurdistanê hatin cezakirin
    Etîketan:
    Neçîrvan Barzanî, Bexda, Hewlêr, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de