21:19 24 Mijdar 2017
Zindî
    Iraq - Alaya Iraqê

    'Iraq dê serdana welîahdê siûdî red bike'

    © Sputnik/ NAZEK MOHAMMAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Biryar bû welîahdê siûdî Mihemed Bin Selman di vê nehê de serdana Iraqê bike lê çavkaniyeke iraqî ya nêzîkî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh sêşemê ragihand ku Bexda dê lêborîna xwe jê bixwaze û dê pêşwaziya wî neke.

    Parlementer Casim Caferî yê Hevpeymana Dewleta Qanûnê ku Ebadî jî endamê wê ye hinek daxuyanî dan û di wan de got: "Bûyerên dawî yên li Erebistana Siûdî û herêmê û pirsa Libnanê û îstîfaya serokwezîrê wê Seed Herîrî, van hemûyan rewş aloz kir ku gelekî zehmet bû, Iraq pêşwaziya kesekî wiha bike ku dê ji ber kêşeyên navbera Erebistana Siûdî û Îran dê di siberojê de zirarê lê bike."

    Ew parlementerê nêzîkî Ebadî teqez kir ku "helbet bipaşdexistin dê ji aliyê iraqî be ji ber Iraq nikare pêşwaziya kesekî bike ku dixwaze rageşiyê li gel Îran, Hizbullah û heta aliyên din ên nava Iraqê zêde bike."

    "EBADÎ DÊ SERDANA SÛRIYEYÊ BIKE"

    Li gorî nûçeya Qudsa Erebî, hinek nûçe derketine ku Ebadî dê serdana Sûriyeyê bike daku gera xwe ya herêmî ya dawî temam bike û bi serokê wê Beşar Esadî re bicive û  herwiha behsa nerîna xwe derbarê herêmê de piştî xelasbûna DAIŞê parve bike.

    Çavkaniyeke payebilind a Partiya Doza Îslamî ku Ebadî endamê wê ye ji heman rojnameyê re gotiye: "Serdana çaverêkirî di demeke wiha de tê ku Iraq hema hema ji hemû rêxistina DAIŞê xelas dibe û Hêzên Çekdar ên Hevbeş gihiştine sînorên Iraqî-Sûrî, loma pêwîstî bi kordînasyoneke hevbeş heye daku herdû dewlet sînorên xwe kontrol bikin û nehêlin terorîst herin û werin".

    Herwiha heman parlementerî li ser qeyrana navbera Bexda û Hewlêrê de jî gotiye ku Ebadî du diyar kiribû ku dê hinek kiraran bike daku herêmên sînorî yên di bin destê kurdan de kontrol bike bêyî ku tundûtûjiyê bi kar bîne.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Em amade ne hemû dahatan radestî Iraqê bikin
    Wezareta Pêşmerge: Iraqê fêhm kir ku em deriyê Îbrahîm Xelîl û Pêşxabûrê teslîm nakin
    Ji Dadgeha Federal a Iraqê biryara Kurdistanê: Mafê veqetandina kesî tuneye
    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    Etîketan:
    Heyder Ebadî, Muhemed Bin Selman, Casim Cafer, Erebistana siûdî, Erebistana Siûdî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de