05:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    Hêzên Heşda Enbarê: 600 milîtanên DAIŞê xwe radestî hêzên YPGê kir

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 13610

    Hêzên Heşda Şeibî ya Sunnî li parêzgha Enbarê li rojavayê Iraqê îro ragihand ku nêzikî 600 milîtanên DAIŞê li gel malbatên xwe, xwe radestî YPGê kiriye.

    Fermandariya Heşda Şeibî ya li Enbarê di daxuyanyeke xwe de, ku ji bo Sputnîk Kurdstanê şandiye, got li navçya Hecîn û Cizîr li Rojhilata Sûriyeyê 600 milîtanên DAIŞê li gel malbatên xwe, xwe radestî hêzên kurdî yên YPGê kiriye.

    Herwisa daxuyand ku piraniya wan milîtnan xwediyê nasnameyên Iraq, Sûriyeyê û biyanî ne û bê şer xwe li navçeya Ebû Kemalê radest kirine.

    Di wê daxuyaniyê de hat ragihand ku li gorî rêkeftinekê wan milîtanên DAIŞê bi malbatên xwe re xwe radestî hêzên YPGê kiriye û hîç gulek neteqandiye. Herwiha li navçeya Rawe ya di nava xaka Iraqê de heta niha hejmareke serkirde û milîtanên DAIŞê di dorpêçkirînê de ne û xwe radestî hêzên Heşda Şeibî ya Sunnî ya Iraqê nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    YPGê malbatên DAIŞî yên rûsî radestî Rûsyayê kirin
    KCK: Têkiliya di navbera YPGê û Amerîkayê de fêm nakin
    Yildirim bo YPGê got: Me tiştên pêwîst gotin, Amerîkayê jî bersiva neyênî neda
    Amerîkayê daxwaza Serokwezîrê Tirkiyeyê bo YPGê red kir
    Etîketan:
    radest kirin, Heşda Enbarê, Sputnik Kurdistan, YPG, DAIŞ, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de