12:33 25 Mijdar 2017
Zindî
    Milîtan

    4 berpirsên mezin ê rêxistinê hatin kuştin

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Hêzên koalîsyona navneteweyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku 4 fermandarê mezin ê rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Hêzên koalîsyona navneteweyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer ê koalîsyonê berpirsê ragihandinê Usuv Demir û berpirsê têkiliyên derve yê DAIŞê Umer Demir hatin kuştin.

    Koalîsyonê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku têkiliya herdu terorîstan jî bi endamên DAIŞê yên welatên ewropî re hebû. Li gorî daxuyaniyê ev herdu berpirsên DAIŞê hefteya borî di operasyona bajarê Qaîmê ku dikeve sînorê Iraq û Sûriyeyê de hatine kuştin.

    Ji aliyê din ve balafirên şer ê koalîsyonê li bajarê Meyadînê yek ji berpirsê herî mezin ê DAIŞê Ebû Yezen û di 5ê Mijdarê de jî berpirsê rêxistinê yê bi navê Ebdulla Haco li nêzîkî Ebû Kemalê kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Di êrişa hewayî ya li dijî DAIŞ û El Şebabê de 40 milîtan hatin kuştin
    Fermandarê iraqî: DAIŞ li ber bidawîbûnê ye û ti bajar û navçe di destê wê de nemane
    Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
    Îran: Ne ji Heşda Şeibî bûya, DAIŞ diket Bexda û Hewlêrê
    DAIŞ li bajêr hat dorpêçkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de