22:11 18 Mijdar 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Ebadî: Ez pêşwaziyê li daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê dikim

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 120 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser daxuyaniya Hitkûmeta Herêma Kurdistanê ku li ser bingeha destûra Iraqê daxwaza dîyalogê kiribû bi erênî pêşwazî kir.

    Ebadî ragihand ku hikûmeta Iraqê pêşwazîyê li helwesta nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê çareserkirina pisgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.

    Heyder Ebadî di civîna heftane ya rojnamevanî de li ser daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê pabendbûna destûra Iraqê û biryara Dadgeha Bilind a Federalî de da xuyakirin, ew pêşwazî li vê biryara nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

    EBADÎ: EZ PÊŞWAZIYÊ LI DAXUYANIYA HIKÛMETA KURDISTANÊ DIKIM

    Ebadî got, "Ez daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku alîkar bin ji bo bicihanîna destûrê û rêvebirina deriyên sînorî û ez pêşwazî li daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim."

    Ebadî ragihand: "Hikûmeta Iraqê pabend e bi dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê."

    Bi heman mijarî:

    Macron: Pêwistiye peymana nukleerî bi hinek revîzyonan heye
    Sûriyeyê bersiva wezîrê amerîkî Mattis da
    Iraq plan dike ku rojê milyonek bermîl potrol li Kerkûkê hilberîne
    Li Amedê jina ku 415 neviyên wê hebûn jiyana xwe ji dest da
    Li Amerîkayê kesên xwedî kêşeyên psîkolojîk dê êdî leşkeriyê bikin
    Heyeteke Yekîtiya Ewropayê çûn serdana Bafil Talabanî
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de