20:53 25 Hezîran 2018
Necmedîn Kerîm

Dadgeha Bilind a Iraqê biryara xwe ya li ser Necmedîn Kerîm eşkere kir

© REUTERS / Ako Rasheed
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha Bilind a Federala Iraqê daxwaza Necmedîn Kerîm a ji bo betalkirina biryara Parlamentoya Iraqê red kir, ku parlamentoyê bi wê biryarê Kerîm ji postê parêzgariya Kerkûkê dûr xistibû.

Berdevkê Dadgeha Bilind a Federala Iraqê Îsa Masuk îro daxuyaniyek belav kir û got, "Dadgeha Bilind a Federalî kom bû û nirxandina dosyeyeke Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê kir, ku ew dosye li dijî serokê Parlamentoay Iraqê ye û ji bo betalkirina biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo dûrxistina Kerîm e ji postê parêzgariya Kerkûkê."

Masuk di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin, "Dadgehê bersiva wê daxwazê da û eşkere kir ku biryara dûrxistinê ji postê parêzgariya Kerkûkê biryareke îdarî ye, ne biryareke yasayî ye, ku Dadgeha Bilind a Federalî karibe biryarê li ser bide."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Parlamentoya Iraqê di meha Îlonê de di danişînekê de biryar dabû ku Necmedîn Kerîm Parêzgarê Kerkûkê ji peywirê dûr bixe. Piştî operasyona hêzên Iraqî û Heşda Şeibî ya li dijî Kerkûkê Iraqê parêzgarekî ereb tayîn kiribû.

Bi heman mijarî:

Goranê ji bo Kerkûkê daxuyaniyek da: Em dest ji madeya 140ê bernadin
Li Kerkûkê bi bombeyan êrişî hêzên Iraqê hat kirin
Tirkmen ji bo statûya Kerkûkê ketin hewldaneke nû
Parlamentoya Kurdistanê ofîsa xwe ya li Kerkûkê girt
Iraq dê petrola Kerkûkê bi rêya Îranê bişîne derveyî welêt
Şandeyek turkmenî bi Erdoganî re civiya û ji bo Kerkûkê daxwazek jê kir
Etîketan:
biryar, Dadgeha Bilind a Federala Iraqê, Parêzgarê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de