18:18 25 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

‘Bexda bûdçeya Kurdistanê kêm bike em li wir namînin'

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya rojnameya El Heyat, parlamenterekî kurd li Bexdayê bi Balyozê Amerîkayê re li ser pişka bûdçeya Kurdistanê hevdîtinek pêk aniye.

Rojnameyê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku parlamenterê kurd li Bexdayê ji Balyozê Amerîkayê Duglas Silliman re gotiye: "Eger Bexda pişka bûdçeya Herêma Kurdistanê kêm bike ew li nav Parlamentoya Iraqê namînin."

Hetanî sala 2017an jî pişka bûdçeya Herêma Kurdistanê di bûdçeua Iraqê de ji sedî 17 bû, Bexda niha dixwaze bûdçeyê daxîne ji sedî 12.7an. Lê Herêma Kurdistanê bi tundî li dijî vê biryara Bexdayê derdikeve.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî duhî di axaftina xwe de gotibû: "Iraq dixwaze bi kêmkirina bûdceya Kurdistanê statûya Herêma Kurdistanê pûç bike."

Bi heman mijarî:

Amerîka bangî Iraq û Herêma Kurdistanê kir
Iraq danûstandinên bi pereyên biyanî li bankayên Kurdistanê qedexe dike
Herêma Kurdistanê: Bêyî me û Rosneftê Iraq û BP nikare petrolê sewqî Tirkiyê bike
Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
Iraq: Berpirsyarê deynê Tirkiyeyê Herêma Kurdistanê ye
Etîketan:
Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê, Duglas Silliman, Hewlêr, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de