21:27 24 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê

    Hêzên Iraqî gihîştin ser sînorê Sûriyeyê

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona ku ji bo kontrolkirina bajaroka Rewayê daye destpêkirin de gihîştiye ser sînorê sînorê Sûriyeyê.

    Berpirsê operasyonên li dijî DAIŞê Korgeneral Ebdulemîr Yarellah di daxuyaniya xwe ya niviskî de got, yekîneyên leşkerî û hêzên eşîrê yên herêmî Çemê Firatê derbas kiriye û Nahiyeya Rummanê ji destê DAIŞê girtiye.

    Yarellah diyar kir ku artêşa Iraqê Pira Rummanê jî kontrol kiriye û derbirî ku hêzên wan gihîştine ser sînorê Sûriyeyê û hêj jî pêş de diçin.

    Artêşa Iraqê di saetên vê sibehê de ji bo kontrolkirina bajaroka Rewayê, ku cihê dawîn ê di destê DAIŞÊ de bû, operasyon dabûn destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê: Zêdetirî 2 milyon îranî serdana Iraqê kirin
    ‘Qasim Silêmanî şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û li dijî referandûmê xebateke mezin kir'
    Ebdullah: Dixwazin destûra Iraqê biguherînin û parlamenterên kurd siza bikin
    'Rêkeftineke destpêkî di navbera Îran û Iraqê de ji bo petrola Kerkûkê hat îmzekirin'
    Iraqê ji bankayên taybet xwest ku hemû beşên xwe yên Kurdistanê bigirin
    'Li Iraqê 512 hemwelatiyên Rûsyayê hatin girtin'
    Etîketan:
    sînor, Artêşa Iraqê, Berpirsê operasyonên li dijî DAIŞê, Ebdulemîr Yarellah, Rewa, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de