19:20 25 Nîsan 2018
    Heyder Ebadî

    Daxuyaniyeke girîng ji Heyder Ebadî bo Haşdî Şabî

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe de ragihand ku em nahêlin ti eniyên siyasî yên xwediyê hêzên çekdar tevlî hilbijartinê bibin.

    Heyder Ebadî îro li bajarê Kerbelayê di axaftina xwe ya merasîma bîranîna çileyê Îmam Huseyn de got: "Hilbijartina parlamentoyê nayê paşxistin û wê di dema xwe de werin kirin."

    Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em nahêlin hêzên çekdar beşdarî hilbijartinê bibin. Em rê nadin ti aliyeke siyasî ya xwedan hêza çekdar beşdarî hilbijartina parlamentoyê bibe."

    'HINEK ALIYÊN SIYASÎ LI BENDA KARÊN TERORÎSTÎ NE'

    Li gorî daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê, di tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de zêdetirî 100 milyar dolar zirar gihîştiye xaka Iraqê. Hinek eniyên siyasî li hêviya karên terorîstî ne da ku ji xwe re bikin destkeft."

    Ji bo piraniya grûbên nav Haşdî Şabî girêdayî eniyên siyasî ne, ev biryara hikûmeta Iraqê di nava partiyên siyasî de bûye cihê nakokî û gengeşiyan.

     

     

    Etîketan:
    Rêxistina Haşdî Şabî, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Kerbela, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de