08:14 23 Nîsan 2018
    Jinên Iraqî

    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê: Zêdetirî 2 milyon îranî serdana Iraqê kirin

    © AFP 2018 / Dimitar DILKOFF
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Erecî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo bîranîna çileyê Îmam Huseyn zêdetirî 2 milyon îranî serdana bajarê Kerbelayê kiriye.

    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Erecî di daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: "Ji roja pênçşemê heta niha zêdetirî 2 milyon îranî ji bo edakirina bîranîna çileyê Îmam Huseyn serdana bajarê Kerbelayê yê Iraqê kiriye."

    Qasim Erecî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Nîvê îraniyên ku serdana Kerbelayê kirine bi rêya deriye sînor ê Zerbatiyê ketine nava Iraqê. Ji bo gengeşî û alozî çênebin û pirsgirêk di navbera herdu welatan de dernekevin îranî hatine hişyarkirin ku tevlî çalakiyên siyasî nebin."

    Hêjayî gotinê ye ku hersal bi milyonan îranî ji bo tevlî merasîmên bîranîna çileyê Îmam Huseyn bibin serdana bajarê Kerbelayê yê Iraqê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerbelayê êrişa xwekujî: 21 kuştî û 25 birîndar
    Li Kerbelayê êrîşa xwekujî
    Li Kerbelayê êrişa xwekujî: 18 kuştî û gelek birîndar
    Milyonek kurdî berên xwe dan Kerbelayê
    Çend dîmenên watedar ji Şîna Kerbelayê
    Etîketan:
    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê, Qasim Erecî, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de