01:11 26 Nîsan 2018
    Qasim Silêmanî

    ‘Qasim Silêmanî şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û li dijî referandûmê xebateke mezin kir'

    © AFP 2018 / ISNA/MEHDI GHASEMI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê rêxistina Haşdî Şabî di daxuyaniya xwe ya çapemenî de ragihand ku Qasim Silêmanî şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û li dijî referandûma serxwebûnê xebateke mezin kir.

    Berdevkê rêxistina Haşdî Şabî Ehmed Esedî li Kerbelayê di civîna Çapemenî de got: "Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdarana Îranê Qasim Silêmanî şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û bi şêweyekî berbiçav li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê kar kir."

    Esedî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Qasim Silêmanî ne li Kerkûkê bû û mafê ti kesî tuneye bêje çima Qasim Silêmanî li Kerkûkê ye. Silêmanî bi şêweyekî fermî şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û têkiliyên Îranê bi Iraqê ne tiştekî veşartî û nû ye. Silêmanî heta niha gelek xizmet ji Iraqê re kiriye û nehiştiye xwîna iraqiyan were rijandin.

    Ji bo hêzên Haşdî Şabî yên li Sûriyeyê Esedî got: "Bi tenê çakdarekî me jî li derveya sînorê Iraqê tine ye, ji ber ku destûra Iraqê rê nade vê yeke. Lê eger rewşeke taybet çêbibe û Parlamentoya Iraqê razî bibe wê deme dibe ev tişt pêk were."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Qasim Silêmanî li Dêra Zorê hat dîtin
    Mesûd Barzanî ji bo Qasim Silêmanî peyamek weşand
    Qasim Silêmanî daxwazeke girîng ji Heyder Ebadî kiriye
    Ji Amerîkayê daxuyanî: Qasim Suleymanî êrîşê hevpeymanên me yên Kurd kir
    Bavê Qasim Silêmanî mir
    Etîketan:
    Fermandarê Pasdaran yê Komara Îslamiya Îranê, Haşdî Şabî, Qasim Silêmanî, Ehmed Esedî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de