18:01 13 Kanûn 2017
Zindî
    Irak petrol

    Iraq dê petrola Kerkûkê bi rêya Îranê bişîne derveyî welêt

    © AFP 2017/ YOUSSEF KARWASHAN
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Petrol a Iraqê daxuyand ku di navbera Bexda û Tehranê de ji bo şandina petrola Kerkûkê bi rêya Iranê ji bo bazarên cîhanê rêkeftinek dest pê kiriye.

    Li gorî daxuyaniyeke ku îro roja Îniyê ji aliyê Wezareta Petrola Iraqê ve ji bo saziyên ragihandinê hatiye şandiye, hat diyarkirin ku Ebdulcebar Lueybî Wezîrê Petrolê tekez kir ku di navbera Bexda û Tehranê de li ser çawaniya şandinê ya petrola Kerkûkê bi rêya îranê ji bo bazarên cîhanê, rêkeftinek dest pê kiriye.

    Herwisa hat ragihandin ku di rojên destpêkê de ji 30yî heta 60 hezar bermîl ji nefta Kerkûkê wê bi rêya tankeran di Deriyê Sînor ê Perwîzxan re were şandin ji bo îranê û bi vê rêkeftinê wê karibin petrola Iraqê bo derveyî welat hîn zêde bişînin.

    Bi heman mijarî:

    Şandeyek turkmenî bi Erdoganî re civiya û ji bo Kerkûkê daxwazek jê kir
    'Rêkeftineke destpêkî di navbera Îran û Iraqê de ji bo petrola Kerkûkê hat îmzekirin'
    Şer li nava Kerkûkê: Mirî û birîndar hene
    ‘Xortên kurd ên li Kerkûkê gelek aciz in'
    Li Kerkûkê zêdetirî 5 hezar xwendekar koçber bûne
    "Bafel Talabanî referandûm wek stendina Kerkûkê ji YNKê nirxand"
    Etîketan:
    derveyê welêt, şandin, petrol, Wezîrê Petrol ê Iraqê, Cebar El-Lueybî, Iraq, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de