02:38 13 Kanûn 2017
Zindî
    Irak petrol

    'Rêkeftineke destpêkî di navbera Îran û Iraqê de ji bo petrola Kerkûkê hat îmzekirin'

    © AFP 2017/ YOUSSEF KARWASHAN
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Lueyibi îro îniyê ragihand ku wan pêş-peymanek ji bo fiortina petrola Kerkûkê bo Îranê îmze kiriye ku li gorî wê dê di destpêkê de rojê 30-60 hezar bermîlî bi rêya hawizan bişînin heta ku çêkirina boriyê temam bibe.

    Lueybî di medyaya di daxuyaniyekê de ragihand ku "îmze ji bo peymaneke destpêkî ye di navbera Iraq û Îranê de ku Iraq her rojê bi rêjeya 30-60 hezar bermîlî petrola zeviyên Kerkûkê di rêya hawizan re bifiroşe Îranê û ev rêje dikare zêde bibe gava boriya petrola ji bo vê armancê bi dawî bibe."

    Li gorî daxuyaniyê, "di civînê de Şirketa Bazarkirina Petrolê ya Iraqê SOMO li gel aliyê Îranî li Bexdayê li ser reşnivîsekê îmze kir. Li gorî wê aliyê iraqî dê mêjera behsbûyî bi tiran bibe xala sînorî ya hevbeş di navbera herdû welatan de li parêzgeha Kimaşanê û Îran jî dê heman mêjerê û heman taybetmendiyê li ser sînorên hevbeş ên başûrê Iraqê radest bike."

    Bi heman mijarî:

    Goranê ji bo guhertina navê Kurdistanê hişyarî da Ebadî
    Kurdistanê pêşniyareke ji 7 xalan pêk tê ji Bexdayê re şand
    "Herêma Kurdistanê rojê dikare 250 hezar bermîl petrol bışîne derve"
    Ji Kurdistanê bo Bexdayê: Ev nayê qebûlkirin
    Parlamentoya Iraqê budçeya sala 2018an a ji bo Kurdistanê qebûl kir
    ‘Amerîka ji Sûriyeyê projeya xwe ya Kurdistanê dide destpêkirin'
    Ebadî ji Herêma Kurdistanê xwest ku helwesta xwe ya serxwebûnê zelal bike
    Etîketan:
    Cebar El Luaybî, Îran, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de