00:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    Heşdî Şeibî

    Fermandarê iraqî: DAIŞ li ber bidawîbûnê ye û ti bajar û navçe di destê wê de nemane

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    DAIŞa ku beşeke mezin ji axa Iraqê dagir kiribû êdî ber bi bidawîbûnê ve tê. Fermandarê Heşda Şeibî Tahir Ebû Elî, diyar kir ku piştî navçeya Rewayê ya Iraqê ji destê DAIŞê hat derxistin, hemû bajar û navçe ji dest DAIŞê hatin derxistin ku bi vî awayî rêxistin gihişt ber bidawîbûnê û niha li çolter û gundan xwe vedişêre.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidestxistin, hindik maye ku Iraq ji DAIŞê were paqijkirin.Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî îsal duyem mezintirîn bajharê Iraqê, Mûsil di serî de, Hewîce, Enbar, Tilefer û Rewa ji DAIŞê paqij kirine û niha li çolteran operasyon tên birêvebirin daku miltînanên DAIŞê bigirin. Piştî ku DAIŞ ji çolteran were paqijkirin, DAIŞ dê bi temamî li Iraqê bi dawî bibe.

    Fermandarê Heşda Şeibî Tahir Ebû Elî derbarê mijarê de ji Spûtnîkê re axivî û destnîşan kir ku piştî Rewa ji destê DAIŞê hat derxistin, ti navçe û bajar di destê DAIŞê de neman û wiha pê de çû: "Me wek Heşda Şeiba li gel Artêşa Iraqê navçeya Rewayê ji rêxistina terorîst a DAIŞê paqij kir. Bi kontrolkirina vê navçeya, ti bajar û navçe di destê DAIŞê de neman. Rêxistin niha li çolterên Iraqê xwe vedişêre. Li Mûsil, Hewîce, Reqa û el Qaimê li hinek deveran xwe veşartiye. Hindik maye rêxistin bi dawî bibe. Em wek Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê niha operasyonan li dijî rêxistinê li çolteran pêk tînin. Di nav çend rojan de ew çolter jî dê bi dawî bibin."

    Fermandarê Heşdî Şeibî Elî Ebû Tahir
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Fermandarê Heşdî Şeibî Elî Ebû Tahir

    "REWŞA ME DÊ PIŞTÎ BIDAWÎBÛNA TERORÊ DÊ WERE NÎQAŞKIRIN"

    Elî diyar kir ku wan gelek bedel dane heta ku DAIŞ li Iraqê bi dawî bûye û wiha pê de çû: "Ev 4 sal in, bê navber em li dijî DAIŞê şer dikin. Gelek şervanên me hatin kuştin. Hinek birîndar bûn. Di destpêka şerê li dijî DAIŞê de me gelek wendahî didin lê dûre me taktîkên şerî sepandin û wendahiyên me kêm bûn. Fedakariya bêtirs a Heşda Şeibî DAIŞê bi paş de xist. Têkoşîna me li dijî DAIŞê gelekî zehmet bû. Deverên ku Artêşa Iraqê nedikarî têkeve wan, em diketin wan. Li gelek deveran me li gel Artêşa Iraqê bi awayekî hevpar operayson bi hev re pêk anîn. Hîn jî teror li Iraqê heye. Gava teror û DAIŞ li Iraqê bi dawî bibe, em ê wek Heşda Şeibî tev li Artêşa Iraqê bibin an jî dê rewşa me ya dê dewam bike. Em dê vê mijarê nîqaş bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê grûbên çekdar tevlî hilbijartinê nabin
    Li seranserê Iraqê ala Îsraîlê hat qedexekirin
    Brîtanya: Em dixwazin li Iraqê lihevkirinek siyasî pêk were
    Abdulhak Bargûm: Hikûmeta Iraqê dikarê her dera Iraqê kontrol bike
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, DAIŞ, Elî Ebû Tahir, Rewa, Qayim, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de