20:03 11 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Babekr: Hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê Tîrmeha 2018an de pêk werin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Rûsya yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xoşavî Babekr ragihand ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê Tîrmeha 2018an de pêk werin.

    Xoşavî Babekr ji Sputnikê re axivî û got: Piştî ku Serok Barzanî dest ji kar berda dê meqamê serokatiyê bê parastin û got ku dê serokekî din were hilbijartin.

    HILBIJARTINÊN PARLEMANÊ Û SEROKATIYÊ DÊ DI HEMAN DEMÊ DE PÊK WERIN'

    Xoşavî Babekr teqez kir ku dê hilbijartınên parlemanê û serokatiyê dê di heman demê de pêk werin. Herwiha Babeker diyar kir ku heta hilbijartinan dê cîgirek neyê tayînkirin.

    ‘ERKA RÊVEBERIYA DEWRÎ HIKÛMETÊ KIRIN'

    Babekr got ku, "Heta hilbijartinan dê tu kes cîgirtiya serok neke. Niha rayedarê herî mezin serokwezîr e, erka rêveberiyê jî a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Erkên serokatiyê di nava wezîran de hatine terxan kirin. Li gorî wê yekê erkên herî zêde yê Wezareta Pêşmerge ne.

    ‘BARZANÎ DÊ TEVLÎ HILBIJARTINAN NEBE'

    Ji hêla din ve Babekr ragihand ku bi raya wî dê Barzanî tevlî hilbijartinan nebe. Lewra Babekr gotinên Barzanî yên berî referandûm bibîrxistin û got ku Barzanî soz dabû ku di hilbijartinê de ew û endamekî malbata wî dê nebine berendamê serokatiyê.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Herêma Kurdistanê çima dernakeve pêşberî kamerayan?
    Serokê Demokratên Amerîkayê: Divê mafên siruştî yên Kurdan bên parastin
    Serokê Parlementoya Iraqê: Ev ne sizakirineke giştî ye
    Serokê suniyên Îranê helwesta xwe yê bo referandûmê eşkere kir
    Amerîka: Serokê Koma Demokratan banga naskirina dewleta Kurdistanê kir
    Serokê Katalonyayê pîrozbahiya Barzanî kir
    Etîketan:
    serokatiya hilbijartina kurdistanê, Serokatî, hilbijartin, Xoşavî Babekr, Mesûd Barzanî, Herêma Kurdistanê, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de