01:30 14 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk - petrol

    Iraq û BPyê lijneyek ji bo nirxandina petrola Kerkûkê damezirand

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cihadî ragihand ku Iraqê bi şirketa petrolê ya brîtanî British Petroleumê re li hev kiriye ku lijneyekê damezirînin daku rewşa zeviyên Kerkûkê yên tên xwestin bên bipêşxistin binirxînin û şêwazeke taybet ji bo hevkariyê pêk bînin.

    Cihadî ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku "rayedarên Rojhilata Navîn ên şirketa British Petroleumê bi rayedarên wezareta(Iraqê) re civiyan û lihevkirin pêk hat ku tîmek ji bo nirxandina rewşê were damezirandin daku teşeyeke diyar ji bo hevkariyê di vê çarçoveyê de were pêkatin û gelek pêngavên biavêjin ji bo rewşa zeviyên petrolê yên bipêşdexistina wan tên xwestin binirxînin û herwiha vekolîn, keşf, serdan û tiştên din jî binirxînin bi armanca ku şêwaza hevkariya di navbera herdû aliyan de diyar bikin."

    Ajansa Reutersê di nûçeyek xwe de ku dispêre Wezareta Neftê ya Îraqê, ragihandibû ku hikûmeta Îraqê ji şirketa Birîtanî BP re  (British Petroleum) pêşniyara destpêkirina deranîna petrola li parêzgeha Kerkûkê kiribû ku piştî vekişîna hêzên pêşmerge ketibû bin kontrola hikûmeta navendî. 

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Wezîrê Hundir ê Iraqê: Hêzên Ewlekariyê li Kerkûkê ne
    Pisporekî rûsî: Îran bi operaysona Kerkûkê çend çûk bi hev re xistin
    ‘Pêşmêrge ji bo peywireke taybet çûn Kerkûkê'
    Piştî Kerkûkê, divê birêveberiya Kurdistanê çi bike?
    Li Kerkûkê ji bo petrolê komîteyeke taybet hat avakirin
    CIA: Qasim Suleymanî çûye Kerkûkê, Îran dixwaze zextan bike
    57 hezar sivîl ji Kerkûkê koçber bûn: Alîkariya lezgîn divê
    Etîketan:
    British Petroleum, Asim Cihad, Brîtanya, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de