12:44 20 Hezîran 2018
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Ebadî: Divê deriyên sînor ê Tirkiyeyê ku petrol derbas dibe werin kontrolkirin

© REUTERS / Azad Lashkari
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axafina xwe de ragihand ku eger deriyên sînor ê Tirkiyeyê ku petrol derbas dibe neyên kontrolkirin wê krîz kurtir bibe.

Kamp-penaber
© Sputnik / Hikmet Durgun
Li gorî daxuyaniya ofîsa çapemenî ya Serokwezîrtiya Iraqê, Heyder Ebadî bi Wezîrê Derve yê Îngîltereyê Borîs Johnson re bi telefonê axivîn. Ebadî ji Johnson re gotiye: "Divê hêzên federal deriyên sînor ê Tirkiyeyê ku petrol derbas dibe têxe bin kontrola xwe. Eger ev pêk neyê wê krîz kurtir bibe."

Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Rêvebiriya Herêma Kurdistanê di vê mijarê de lezgîn tevnagere û em naxwazin xwîn were rijandin û rewş aloz bibe. Hikûmet û hinek çapemeniya Hewlêrê hêzên iraqî teşwîqî kuştinê dikin. Em dixwazin hemû iraqî di welat de bi aştî bijîn. Ev jî bêyî hêzeke xurt ku nehêle rewş aloz bibe nabe."

Li gorî ofîsa çapemeniyê, wezîrê îngîlîz piştgiriya gavên hikûmeta Ebadî kiriye û dîsa jî xwestiye bi hikûmeta Hewlêrê re têkevin diyalogê.

Bi heman mijarî:

Ji Macron bo Ebadî daxwaza mafê kurdan
Ebadî: Heta dawiya salê wê tevahiya erda Iraqê bê kontrolkirin
Ebadî operasyonên leşkerî bo 24 saetan da rawestandin
Ji Heyder Ebadî daxuyaniya nû ya Kurdistanê
Tillerson ji Ebadî xwest pêşniyara diyaloga bi Hewlêrê re qebûl bike
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Îngîltereyê, Serokwezîrê Iraqê, Borîs Johnson, Heyder Ebadî, Îngîltere, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de