08:31 23 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê

    Iraq: Ji bo biryara dawîn em li bende bersiva pêşmerge ne

    © REUTERS /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sererkanê Artêşa Iraqê diyar kir ku ew di civîna îro ya ligel şanda Herêma Kurdistanê de pêşketineke baş peyda bû lê ew ji bo biryara dawîn li bende bersiva Herêma Kurdistanê ne.

    Îro li Mûsilê bi serpereştiya Amerîkayê di navbera şandeyên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de civînek hat lidarxistin. Piştî civînê Sererkanê Artêşa Iraqê Osman Xanimî got, "Em li ser hinel xalan pêşketin. Li ser xalên din jî şandeya Pêşmerge dê biryara xwe bide û li me vegere."

    Xanimî dest nîşan kir ku ew di civînê de negihîştine rêkeftineke dawîn û ji bo biryara dawîn ew dê li bende bersiva Pêşmerge bin.

    Civîna şandeya Pêşmerge û şandeya leşkerî ya Iraqê îro li Mûsilê pêk hat. Civîna li ser daxwaza Iraqê hatibû sazkirin.

    Bi heman mijarî:

    'Ger me piştî referandûmê serxwebûn ragihanda, me dê ewqas bedel nedabûya'
    Li Kerkûkê goreke komî ya leşkeran hat dîtin
    Barzanî li ser peywira xwe nameyek şand parlamentoyê
    Hevdîtina şandeya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dawî bû
    ‘AKP bila ji bo Cizîr û Sûrê jî rexnedayîna xwe bide'
    Şandeyên leşkerî yên Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin
    Etîketan:
    Sererkanê Giştî yê Iraqê, Osman Xanimî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de