07:41 27 Nîsan 2018
    Avahiya Eniya Tirkmen a Kerkûkê

    Şandeyeke eniya Tirkmenan serdana Tirkiye û Îranê dike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Biryare îro şandeyeke eniya Tirkmenan serdana Tirkiye û Îranê bike û ligel berpirsên herdu welatan civînan liser rewşa Iraqê, Kerkûkê û rewşa Tirkmenan bi taybet lidar bixe.

    Hate ragihandin ku şevadin desteka hemahengî ya bilind a Tirkmenan li bajarê Kerkûkê û Iraqê ku ji firaksiyona Tirkmenan di civata parêzgehê de û serokên partiyên siyasî û kesatyên din ên Tirkmenan pêk dihat, civînek lidar xist.

    Aliyên ku civiya bûn daxuyanyek weşandin û wênek ji bo Sputnîk Kurdistan hat şandin û têde dibêje, "Aliyên Tirkmenan di civîna xwe de ku berpirsên îdarî û ewlehî û siyasî têde amadebûne, rewşa bajarê Kerkûkê û rewşa Tirkmenan bi taybet gotûbêj kirine. Herweha di civînê de biryar hatiye wergirtin ku îro roja şemî şandek bi nûneratiya tev partên siyasiyên Tirkmenî serdana Bexda bike û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê pêkanîna îdereya Kerkûkê gotûbej bikin.

    'DABEŞKIRINA RÊVEBERINA ÎDARÎ BI AWAYEKÎ HEVSEN NÎN E'

    Herwiha di beşeke din de dibêje ku dabeşkirina rêvebirina îdarî niha li Kerkûkê bi awayekî hevsan nîne û beşa Tirkmenan gelek kême, evca pêwîste postekên Kerkûkê lipey mekanîzmeke dadperwer werin parvekirin û netewa Tirkmenan jî li gor qebareya xwe peyamek hebin.

    Daxuyaniya civîna aliyên Tirkmenî wiha ye: "Îro roja şemiyê şandeka Tirkmenî liser daxwaza Enqerê serdana Tirkiyeyê dike û di piştre serdana komara Islamiya Îranê jî dike, sebaret armanc û mijara serdana şanda Tirkmenî bo Enqere û Tehranê got: Şandaya Tirkmenî daxaza piştgîr û hevkariyê dike ji bo bêtir bi dest xistina mafên Tirkmenan jiber ku tanihu weku pêwîst di Iraqê de maf bi netewa Tirkmenan nehatiye dayin.

    Bi heman mijarî:

    Iraqê daxuyaniya Amerîkayê ya Heşda Şebî red kir
    Deriyê Sêmalka 28ê Cotmehê tê girtin
    Dîzeyî: Helwesta piştî referandûmê, plana lîstikeke mezintir e
    Ebadî: Heta dawiya salê wê tevahiya erda Iraqê bê kontrolkirin
    ‘Gavên Tirkiyeyê dê zererê bide aboriya wê'
    Etîketan:
    tirkmen, serdan, Sputnik, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de