02:30 25 Gulan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Heta dawiya salê wê tevahiya erda Iraqê bê kontrolkirin

    © AP Photo / Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku heta dawiya vê salê, hemû axa Iraqê dê bikeve bin desthilatdariya Hikûmeta Iraqê û hilbijartin jî dê di dema xwe de were pêkanîn.

    Li gor nûçeya Rûdawê, Heyder Ebadî beşdarî bernameya televîzyonekê bû û tê de got, niha herêmên nakok ên di destê Herêma Kurdistanê de hatine kontrolkirin û tenê Rûmadî û Fellûce di destê DAIŞê de mane ku dê heta dawiya salê hemû dever bikevin jêr kontrola hikûmeta Iraqê.

    Ebadî li ser hilbijartinên sala pêş diyar kir: "Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di sala 2005 û 2006an de di rewşeke aloztir de hatibûn pêkanîn. Tevî hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê ku beşeke mezin a vî welatî ji aliyê rêxistinên terorîst ve hatibû kontrolkirin û ligel vê yekê jî hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de li gor destûrê hatibû pêkanîn."

    Ebadî di berdewamê de wiha axivî: "Di sala 2014an de, beşeke mezin a xaka Iraqê ne di destê hikûmeta Iraqê bû, weke Feluce, Rûmadî, beşeke mezin a parêzgeha Enbarê û beşeke bajarê Mûsilê û herwiha deverên nakokî, ne di destê hikûmeta federalî de bûn. Lê hilbijartinên sala 2014an hatin sazkirin."

    Bi heman mijarî:

    Deriyê Sêmalka 28ê Cotmehê tê girtin
    Iraqê daxuyaniya Amerîkayê ya Heşda Şebî red kir
    Amerîka li dijî serxwebûna Katalonyayê derket
    RTyê pêşniyara reklamê ya 3.3 milyon dolaran a Twitterê weşand
    Tirkiye: Gelo dê derîyê sînor bê şer were radestkirin?
    Civîna Parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de