10:43 27 Gulan 2018
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Iraqê daxuyaniya Amerîkayê ya Heşda Şebî red kir

© REUTERS / Alex Brandon
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Iraqê bersiv da daxuyaniya Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ku gotibû, ‘Serkirdeyê Heşda Şebî Ebû Mehdî muhendis terorîst e.’

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert da û got, "Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Heşda Şebî beşeke ji hêzên Iraqê yên cuda nebûye ye."

'BILA AMERÎKA HELWESTA XWE JI NÛ VE BINIRXÎNE'

Wezareta Derve ya Iraqê helwesta Amerîkayê ya derbarê Heşda Şebî de red kir û ragihand ku Heşda Şebî beşek ji hêzên Iraqê ye.

Di daxuyaniyê de herwiha ji Amerîkayê hat xwestin, helwesta xwe ji nû ve binirxîne.

Bi heman mijarî:

Parlamentara Iraqî: Kurdistanê şerê dijî terorê ji bo veqetînê bikar anî
Îspanyayê rêveberiya Katonyayê ji kar xist
Civîna Parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin
Pêşmerge: Me li ser peymana nihaî hêj li hev nekiriye
Koalîsyon: Em hêvî dikin agirbest demdirêj be
Ebadî operasyonên leşkerî bo 24 saetan da rawestandin
Etîketan:
Amerîka, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de