20:02 11 Kanûn 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Ji Heyder Ebadî daxuyaniya nû ya Kurdistanê

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani /File Photo
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 06

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe de ragihand ku divê rêvebiriya Herêma Kurdistanê balafirxane û deriyên sînor teslîmî hikûmeta Bexdayê bike.

    Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniya de ragihand ku Serokwezîr Heyder Ebadî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re bi rêya telefonê axivî. Di axaftinê de operasyona Kaîm, bicihbûna hêzên iraqî ya Kerkûk û pêşveçûnên dawî yên ewlehî hatin nirxandin.

    Li gorî daxuyaniya ofîsê Ebadî ji Tillerson re got: "Ji bo tiştê herî giring tekoşîna dijî DAIŞê ye. Heta demeke nêzîk em ê DAIŞê têk bibin û tekoşîna xwe bi dawî bikin."

    Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Hikûmeta navendî bi îsrar e ku li hemû xaka Iraqê Destûra Bingehîn têxe meriyetê. Herwiha divê rêvebiriya Herêma Kurdistanê balafirxane û deriyên sînor teslîmî hikûmeta Bexdayê bike."

    Bi heman mijarî:

    Tillerson ji Ebadî xwest pêşniyara diyaloga bi Hewlêrê re qebûl bike
    Wezîrê Iraqî: Ebadî li ser planeke rawestandina xwînrijandinê dixebite
    Ji Hamaney bo Ebadî: Ji Amerîka bawer neke
    Ebadî: Ji bilî betalkirina encamên referandûmê em tiştekî qebûl nakin
    WSJ: Heyder Ebadî soz da Rex Tillerson
    Parlamenterê HDPê: Serdana Ebadî plana şerekî nû li dijî kurdan e
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Serokwezîrê Iraqê, Rex Tillerson, Heyder Ebadî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de