08:29 25 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî bo Tillerson: Heşda Şeibî hêzeke fermî ye, divê em wek hêviya welat teşwîq bikin

    © REUTERS/ Alex Brandon
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di hevdîtina li Bexdayê digel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, yekîtiya Iraqê parast û daxwaza dîyalogê li Bexda û Hewlêrê kir. Ebadî ji Tillerson re got, 'Heşda Şeibî hêzeke fermî ya dewleta Iraqê ye û divê em wan wek hêviya welat û herêmê teşwîq bikin.'

    Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê piştî hevdîtina Tillerson û Ebadî daxuyaniyek belav kir û tê de got, Tillerson girîngiya yekbûna xaka Iraqê aniye ziman û daxwaz kiriye, ew piştgiriya çareseriyeke bê şer ya bi diyalogê ji Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.

    EBADÎ: HEMWELATIYÊN KURD HÊJA NE

    Li gor daxuyaniyê Ebadî ji Tillerson re gotiye, wan li Kerkûkê serwerîya dewleta Iraqê dabîn kiriye û daye xuyakirin, "Em naxwazin bi ti pêkhateyê re bikevin şer. Me peyama ‘hemwelatiyên Kurd bo me hêja ne' gihand Tillerson."

    'HEŞDA ŞEIBÎ HÊZEKE FERMÎ YA DEWLETA IRAQÊ YE'

    Ebadî di hevdîtina digel Tillerson de, Heşda Şeibî wekî ‘şervanên iraqî' yên li dijî terorê qurbanî dane parastiye û gotiye, "Heşda Şeibî yek ji saziya fermî ya dewletê ye. Li gor destûrê rê bo ti hêzeke çekdar av derveyî destûrê nayê dayîn. Divê em Heşda Şeibî û şervanên wan ji bo bibin hêvîya welat û herêmê teşwîq bikin."

    Hêjayê gotinê ye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson 22yê Cotmehê li Riyazê gotibû, "Pêwîst e hêzên Heşda Şeibî yên Îran piştgiriya wan dike, ji Iraqê vekişin û herin malên xwe."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Daxuyanîyên alîkariya talîbanê nayên qebûlkirin
    Ji fermandarê pêşmerge daxuyanî: Çiyayên Zertek û Xazir di kontrolê de ne
    Barzanî û Macron axivîn: Rêya herî baş danûstandin e
    31 dever heta 9ê Mijdarê bûn herêmên ewlekariyê
    Almanya: Kurdan soz daye, dê piştevaniya pêşmerge berdewam be
    Rex Tillerson bi serdaneke awarte çû Bexdayê
    Etîketan:
    Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de