15:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Nuri el Malikî

    Malikî: Bi alikariya Qasim Silêmanî û aliyekî YNKê em ketin Kerkûkê

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 12603

    Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî El Malikî diyar kir ku ew bi saya rêkeftina Qasim Silêmanî û baskekî YNKê di operasyona li dijî Kerkûkê de bi ser ketine.

    Li gorî agahiyên K24ê Nûrî El Malikî radigihîne ku wan bi saya serê serokê Heşdî Şeibî Qasim Silêmanî û hevkariya YNKê karibûne operasyonekê li ser Kerkûkê pêk bînin û encamekê bistînin.

    Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî El Malikî di qenaleke telewizyonê ya Iraqê de eşkere kir ku: "Ger ne ji hevpeymanên di navbera Qasim Silêmanî, Îranê û aliyekî YNKê de bûya, em qet nikarîbûn derbasî nava xaka Kerkûkê bibûna. Peywendiyên navbera YNKê û Îranê xwediyÊ dîrokeke siyasî û aborî ne. Ger ev nebûya me ev encam bidest nedixist. Ger ne ji Qasim Silêmanî bûya, encam jî wiha nedibû."

    Nûrî el Malikî di axaftina xwe de got: "Bi xêra wî û hevkariya YNKê me karîbû di operasyona Kerkûkê de encamekê bistenda."

    Bi heman mijarî:

    Xelîlzad: Eger Kerkûkê li berxwe bidana wê nêrîna Amerîkayê guherîbûna
    Haşdî Şabî hê jî di nava Kerkûkê de ye
    Erşad Salihî: Bila parêzgarê nû yê Kerkûkê Tirkmenî be
    Helgurd Hîkmet: Bi sedan termên Heşda Şeibî bo Kerkûkê hatin şandin
    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'
    Etîketan:
    YNk, Cîgirê Serokomarê Iraqê, Qasim Silêmanî, Nûrî El Malikî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de