08:50 25 Mijdar 2017
Zindî
    Iraq - Alaya Iraqê

    Profesorê Tirk: Welatek bi navê Iraqê nîne

    © Sputnik/ NAZEK MOHAMMAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Profesorê Tirk Îlber Ortayli bal kişand ser Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Iraq piştî wî şerî hatibû damezirandin.

    Ortayli got, "Bi navê Iraqê welatek nîne, vê bizanin. Ev hemû mixabin, cografyayên bi cetwelê hatine nexşekirin in."

    Profesorê Tirk diyar kir ku, yekîtiyeke bi navê Iraqê tune ye û da zanîn, hemwelatiyekî Sûriyê dibêje, ‘ez Sûriyeyî me', lê Iraqîyek nikare bibêje, ‘Ez Iraqî me'.

    Ortayli derbarê ‘ji aliyê artêşa Iraqê ve rizgarkirina Kerkûkê' de jî da xuyakirin, ‘Nizanim bê artêşeke bi navê ya Iraqê heye, yan na! Li wir piştgiriyeke berçav ji Tirkiyê û Îranê tê. Heta hin komên din jî beşdar dibin."

    Ortayli bal kişand ser xêzkirina nexşeya Iraqê û got, "Ew nexşeya Iraqê ji aliyê dewlemendekî Îngilîzan Gertude Bell ve hatiye xêzkirin. Ofîsa Kolonyalî ev erk daye wî û wî jî bi cetwelê nexşeya Iraqê xêz kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Kerkûkê gotûbêjê dike
    Ji bo polîsê ku Kemal Kurkut kuşt, cezaya muebetê hat xwestin
    YNK: Heşda Şebî ji Kerkûkê vedikişe
    Ciwanên taxa Rehîmava ya Kerkûkê êrîşê polîsan kir
    Bagdasarov: Reqa piştî rizgarkirinê wê ji kê re bimîne?
    Li Amerîkayê êrişa çekdarî: Birîndar hene
    Rûdawê hemû xebatkarên xwe yên li Kerkûkê şûnde vekişandin
    Îraqê ji şîrketa Brîtanî BP re pêşniyara deranîna nefta li Kerkûkê kir
    Mele Bextiyar: Ez terka YNKê dikim
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de