21:44 21 Çile 2018
Zindî
    Heyder Ebadî

    Ebadî: Îdiayên avakirina herêma sêyemîn li Iraqê nerast in

    © AFP 2018/ ALI AL-SAAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê di civîneke rojnamevanî de axivî û daxwaz kir ala Iraqê li hemû deveran were daliqandin.

    Ebadî li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê got, "Min di serî de hişyarî da rayedarên Herêma Kurdistanê ku dê referandûm pêşî zirarê bide Kurdan. Êdî referandûm li paş ma û qediya. Ala Iraqê ya hemû Iraqîyan e. Divê li hemû deverên welat were daliqandin."

    Ebadî da zanîn, "Li welat nakevim ti şerekî navxweyî" û got, ‘Wekî ku berê jî min gotibû, ez li ser wê soza xwe me ku rêveberiya federalî li hemû welat were sepandin."

    Serokwezîrê Iraqê hişyarî da ku li Kerkûkê zirarê nedin hemwelatiyan û çalakiyên provokatîv ên wekî şewitandina al û çalakiyên din neyên kirin.

    Ebadî herwiha li ser pirsa ‘Gelo operasyona Kerkûkê bi şertê ku Iraq dibe 3 herêmên federalî?' hatiye kirin jî diyar kir ku ew îdia dûrî rastîyê ne.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge li gor peymana Mûsilê pozîsyonê distîne
    Hevpeymanî: Di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de ti şerekî nû rûneda
    Operasyona Artêşa Iraqê ya Kerkûkê wê bandoreke çawa li herêmê bike?
    Barzanî derbarê şerê Kerkûkê daxuyanî da: Çi pêwîst be em ê bikin
    ‘Milîtanên DAIŞê dikevin herêmên ku pêşmerge jê vekişiyan'
    Li Mersînê teqîn li dijî wesayita polîsan: Bi dehan birîndar hene
    Perlemantarêkî kurd di qezaya trafîkê de can da
    Etîketan:
    kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de