01:23 24 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Partiya Gelê Tirkmenî Îrfan Kerkûkî

    Serokê Partiya Tirkmen: Bi ser mal û baregehên me de girtin, binçavkirinan destpê kiriye

    © Sputnik/
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 23111

    Komeke çekdar ên bi navê Esayb Ehlulheq û Hîzbullah ên girêdayî Heşdî Şebî, bi ser baregehên Partiya Gelê Tirkmenî ya Kerkûkê de girtin. Serokê Partiya Tirkmenî Îrfan Kerkûkî got, 'Malên me û baregehên me hatine valakirin û binçavkirinan destpê kiriye.'

    Piştî rûdana roja 17ê Cotmehê li Kerkûkê Serokê Partiya Gelê Tirkmenî Îrfan Kerkûkî ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û derbarê girtina ser baregehên wan de zanyarî dan.

    ÎRFAN KERKÛKÎ: ENDAMÊN ME BINÇAV DIKIN

    Kerkûkî êrîşa ser bargehên wan piştrast kir û got, "Belê îro Esaîb Ehlulheq û Hîzbu llah ku beşek in ji hêza Heşdi Şebî li Kerkûkê êrîşî ser mala min û tevaya baregahên partiya min kiriye û dest biser de girtiye û tev talan kirîne. Niha dest bi girtin û binçavkirina endamên partiya me kirine li Kerkûkê û li pey digerin ji bo ku binçav bikin ji ber ku lîsteke navên endam û alîgirên me di destê wan de heye."

    ‘DIGEL ERŞED SALIHÎ Û ZÊREVANÊN WÎ PARTIYA ME DAGIR KIRIN'

    Serokê Partiya Tirkmenî diyar kir, "Sedema êrîşa ser me ew e ku helwesta me welatparêzî, biratî ye û pêwendiya me ligel aliyên Kurdistanê pir xurt û xweş e. Ligel tev aliya ew pêwendiya me hebû, me hîç arîşe ligel kesî nîne, lê mixabin wiha xuyaye ku duhî şev serokê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî bixwe û zêrevanên xwe yên taybet bihevre ligel çekdarên Esayb Ehlulheq û Hîzbullah hatine û dest pê kirine. Yekem car ketine nav mala me û piştre ta îro tev baregahên partiya me dagir kirine."

    'MALÊN ME Û BAREGEHÊN ME VALA KIRIN'

    Îrfan Kerkûkî got, "Yekem car mala min talan kirine û piştre îro otomobîl anîne, kel û pelên di nav baregahên partiya me de bar kirine û birîne. Li ser dîwarên wan nivîsandine baregahên Esayb Ehlulheq."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Îdiayên avakirina herêma sêyemîn li Iraqê nerast in
    Şêx Cefer: Piştî vekişandina Kerkûkê me Barzanî haydar kir
    Heşdî Şebî tank danî pêşiya xaniyê Serokê Meclîsa Kerkûkê
    Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge li gor peymana Mûsilê pozîsyonê distîne
    Hevpeymanî: Di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de ti şerekî nû rûneda
    Operasyona Artêşa Iraqê ya Kerkûkê wê bandoreke çawa li herêmê bike?
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    Etîketan:
    kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de