23:30 22 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Heşdî Şebî tank danî pêşiya xaniyê Serokê Meclîsa Kerkûkê

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku piştî ku artêşa Iraqê digel Heşda Şebî kontrola Kerkûkê bi dest xist, grubeke ji Heşdî Şebî dergehê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî şikandin û ketin hûndirê malê.

    Li gor daxuyaniya birayê Rêbwar Talebanî, Bextyar Elî Talebanî ku BasNewsê daye, çekdarên Heşdî Şebî deriyê malê şikandine û ketine hûndirê malê û herwiha xwestina otomobîla wî jî bidizin.

    Bextiyar Talebanî diyar dike, li hundirê malê li belgeyan gerîyane û herwiha tankek jî li pêş xaniyê Talebanî danîne.

    Kerkûk
    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rebiwar Talebanî, piştî biryara hildana ala Kurdistanê digel ala Iraqê li ser dam û dezgehên fermî, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bertek jê re hatibû nîşandan û doz lê hatibû vekirin.

    Li gor nûçeyê çekdarên Heşda Şebî bi şev bi ser malên rêveberên PDKê de digirin û çavsoriyê li xelkê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî derbarê şerê Kerkûkê daxuyanî da: Çi pêwîst be em ê bikin
    Partiyên kurdî li Sûriyeyê ji bo gotûbêjan banga yekrêziyê dikin
    Perlemantarêkî kurd di qezaya trafîkê de can da
    Avahiya Partiya Tirkmenan hat talankirin
    Operasyona Artêşa Iraqê ya Kerkûkê wê bandoreke çawa li herêmê bike?
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de