15:08 25 Hezîran 2018
Hêzên Iraqî li Kerkûkê

Avahiya Partiya Tirkmenan hat talankirin

© REUTERS /
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Avahiya Partiya Milet a Tirkmenan li Kerkûkê ji aliyê endamên Heşdî Şeibî ve hat talankirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê Serokê Partiya Milet a Tirkmenan Îrfan Kerkûkî diyar kir ku avahiya partiya wan a li Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şeibî ve hatiye talankirin.

Kerkûkî ragihand ku ew ti agahiyê ji endamên xwe yên li Kerkûkê nagirin û got, "Bi fermana Fermandarê Lîwayên Bedrê Hadî Amirî him mala min him jî avahiya partiya me dê bibe biryargeha Heşdî Şeibî. Niha ji bo vê yeke kar dikin."

Heşdî Şeibî û Artêşa Iraqê duhî ji ber şûnde vekişîna hinek yekîneyên pêşmergeyan ketibûn Kerkûkê.

Li bajêr avahiyên partiyên siyasî yên k udi 25ê Îlonê de piştgirî dabûn referandûmê, ji aliyê hêzên Heşdî Şeibî ve tên desteserkirin.

Bi heman mijarî:

Iraq: Em plan dikin ku li Kerkûkê parzûngehek petrolê ava bikin
El Hekîm: Operasyona Kerkûkê ji bo yekrêziya axa Iraqê bû
Iraq: Kontrola hemû bîrên pêtrolê yên Kerkûkê ket destê me
Îran: Ti rola Pasdarên Şoreşê di bûyerên Kerkûkê de tine bû
Agirê ezelî yê Baba Gurgurê û petrola Kerkûkê ji bo Iraqê
‘Hevalbendên kurdan ên rojavayî di mijara Kerkûkê de bêdeng man'
Washîngton: Em ji tundiya Kerkûkê bi guman in
Etîketan:
talankirin, Heşdî Şeibî, Serokê Partiya Milet a Tirkmenan, Îrfan Kerkûkî, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de