16:48 22 Gulan 2018
    Serokê Hevgirtina Neteweyî ya Şîe li Iraqê Emar Hekîm

    El Hekîm: Operasyona Kerkûkê ji bo yekrêziya axa Iraqê bû

    © Foto : Public Domain / Wikipedia
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Seyîd Emar El Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Nîştimanî ya Şîeyên Iraqê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku operasyona Kerkûkê bi piştevaniya hemû xelkê pêk hatiye û di çarçoveya yasaya Iraqê de ye.

    Li gorî ajansa El Sumaria Newsê Seyîd Emar El Hekîm Serokê Hevpeymaniya Nîştimanî ya Şîeyên Iraqê li ser operasyona artêşa Iraqê ya li dijî Kerkûkê ragihand ku ev operasyon di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de û bi piştevaniya hemû xelkê pêk hatiye.

    El Hekîm di axaftina xwe de anî ziman ku xelk û parlamentoya Iraqê piştgirî daye operasyon û gavên dewletê yên li Kerkûkê û ev yek di berjewendiya aşitî û aramiya herêmê de ye.

    Serokê Hevpeymaniya Şîeyan diyar kir ku operasyona Kerkûkê ji bo parastina yekrêziya axa Iraqê bû û got, "Divê hemû kêşe û nakokî bi danûstandinê werin çareserkirin û aşitiya neteweyî ya Iraqê were pêkanîn."

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Kontrola hemû bîrên pêtrolê yên Kerkûkê ket destê me
    Îran: Ti rola Pasdarên Şoreşê di bûyerên Kerkûkê de tine bû
    Agirê ezelî yê Baba Gurgurê û petrola Kerkûkê ji bo Iraqê
    Washîngton: Em ji tundiya Kerkûkê bi guman in
    ‘Hevalbendên kurdan ên rojavayî di mijara Kerkûkê de bêdeng man'
    Etîketan:
    Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîayên Iraqê, Emar El Hekîm, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de