08:29 25 Mijdar 2017
Zindî
    Qeymeqamê Tuzxurmatuyê Şelal Ebdula ku li şûna wî qeymeqamekî din hatiye tayînkirin

    Qeymeqamê Tuzxurmatu hat guhertin û kesekî ereb hat tayînkirin

    © Sputnik/
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 7910

    Parêzgarê bajarê Selahedînê îşev 16ê Cotmehê biryarek derxist û qeymeqamê navçeya Tuxzurmatuyê Şelal Ebdul guhert û li şûna wî Ehmed Ebdulla qeymeqamê Amirlî bi wekalet destnîşan kir.

    Peyamnêrê Spûtnîkê Kurdistanê ragihand ku parêzgeha Selahedînê daxuyaniyek belav kiriye û tê de dibêje parêzgar Adil Şukir biryar wergirtiye ku qeymeqamê Tuzxurmatuyê Şelal Ebdul ku kesekî kurd e posta wî jê hatiya standin û Ehmed Ebdulla qeymeqamê qezaya Amirlî bi wekalet li cihê wî dest bi kar bike.

    'MALÊN KURDAN HATIN ŞEWITANDIN Û GELEK MALBAT JÎ HATIN DERKIRIN'

    Tê ragihandin ku piştî Heşda Şe'bî ketiye nav qezaya Tuzxurmatouyê, bêtirî sed malên welatiyên Kurd hatine şewitandin û hejmarek mezin jî ji malbatên kurd hatin derkirin.

    'TIRKMENÊN ŞÎE YÊN HEŞDA ŞEBÎ ZORÎ LI KURDAN KIRIN'

    Herwiha li pey daxuyanyên hin çavkanyên kurd, ew kesên sitem li kurdan kirine piraniya wan Turkmanên şîe yên di nav rêfên Heşda Şe'bî de çekdarin.

    Navçeya Tuzxurmatu 60 km dikeve başûrê Kerkûkê û xelkê wê nêzî 120 hezar kes in. Li navçeyê rêjeya Kurd 36%, Turkmen 35% û Ereb jî 31% e

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Berpirsên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser eniya Germesêr li hev kirin
    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê çû Îsraîlê
    Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşvekişînê ji bo parastina canê pêşmerge bû
    Berpirsê YNKê: Nûçeyên radestkirina Kerkûkê nerast in, planeke navdewletî ye
    Etîketan:
    kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de