12:42 20 Hezîran 2018
Bexda

Petronas ji Bexdayê vekişiya

© REUTERS / Khalid al Mousily
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Şirketa petrol a Petronasê ya girêdayî hikûmeta Malezyayê ji refîneya Mecnûn a Iraqê vekişiya.

Berpirsên şirketa Petronasê ragihandin ku wan hiseyên xwe yên aîdî refîneya Mecnûnê vekişandine. Li gorî zanyariyan hiseya şirketê di refîneyê Mecnûnê de ji sedî 30 bû û ji bo qezenca wê kêm bû vekişiyaye.

Tê pêşbînîkirin ku heta demeke nêzîk şirket wê biryara xwe eşkere bike. Herwiha şirketa Shellê jî çend roj berê ji refîneya Mecnûnê vekişiya bû.

Refîneya petrol a Mecnûnê yek ji refîneyên herî mezin a Iraqê ye û rojane 200 bermîl petrol tê hilberîn.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Petrol ê Iraqê Abdulcebar Luaybî, piştî vekişiandina Shell û Petronasê şirketa Totala frensî û Petrochina ya Çînê bûne talibê hiseyên şirkete.

Bi heman mijarî:

Çavkaniyek bo Spûtnîkê: ‘Hem Bexda hem jî Hewlêr petrola Kerkûkê difiroşe’
Barzanî: Amerîka û civaka navnetweyî hişt ku Bexda van biryaran bide
Balyozê Iraqî yê li Rûsyayê: Bexda li dijî Kurdistanê ambargoyê pêk nayine
Helmat Xerîb: Bexda ji biryaran venegere, di 6-7 mehan de serxwebûn tê ragihandin
Tehran: Em dikarin navbeynkariya Bexda û Hewlêrê bikin
Goranê banga diyalogê di navbera Bexda û Hewlêrê de kir
Etîketan:
Petronas, Total, Shell, Wezîrê Petrol ê Iraqê, Abdulcebar Luaybî, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de