04:47 19 Çile 2018
Zindî
    Penaberên Iraqê li Kampên Herêma Kurdistanê Hewlêrê

    Penaberên Iraqî: Bila êdî şer derneyên, em naxwazin bibin penaber

    © Sputnik/ Hikmed Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji ber şer û pevçûnên dawî gelek welatiyên Iraqî bûnê penaber. Penaberên li kampên Hewlêrê dimînin dixwazin dawî li şerî were û vegerin malên xwe.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên berdest li Kampa Bahrka yê li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê 800 malbatên Tirkmen, Kurd, Ereb, Şebek û Kakyî dimînin. Li kampê herwiha 2 malbatên Filîstînî jî hene. Herêma Kurdistanê bo her oenaberê li kampê mehane 20 hezar dînar dide. Li kampê bo Zarokan dibistanek û cihê werzîşê jî heye.

    Penaberên kampê ji ajansa Sputnikê re axivîn.

    Penaberên Iraqê li Kampên Herêma Kurdistanê Hewlêrê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Penaberên Iraqê li Kampên Herêma Kurdistanê Hewlêrê

    ‘JI BER KU REWŞ ASAYÎ NEBÛYE EM NEKARIN VEGERIN MALÊN XWE'

    Reşit Alhemê ji Telaferê (34salî) ji Sputnikê re dibêje ku tevî 5 zarokên xwe ji Telaferê reviyaye hatiye vê derê û wiha diaxive, "Dema ku DAIŞ kete Telaferê, bo ku DAIŞ me nekuje me bazda, em perîşan bûn. Ji berk u birayê min di artêşa Iraqê de dixebitî DAIŞê berê birayê min kuşt. Em dixwzin vegerine Telaferê lê Heşda Şebî û Artêşa Iraqê nahêle ku kes vegere Telafêrê."

    ‘BIRAYÊ MIN JI BER KU POLÎSÊ IRAQÊ BÛ HATE KUŞTIN'

    Husen Ibrahim yê Musilî (54 salî) dibêje ku par wan najarokê Musilê Bartilla bazdane hatine vê derê û wiha diyar dike, "DAIŞê li Bartillayê gelek mirov kuştin. Xirisiyan û Aşûri dîl digirtin. Ji wana li hinan îşkence dikirin. Herwiha birayê min ji ber ku polês bû ji terefê DAIŞê ve qetilkirin. DAIŞê 40 rojan li birayê min îşkence kir û taliyê şerjêkirin. Em ji ber girtin û kuşttinê reviyan. Em dixwazin vegerine deverên xwe lê em newêrin. Ger em vegerin dê çi bibe? Mala me nema, talanê me birin. Em ji tirsa newêrin vegerin. Ji dema Sedam Huseyn û vir ve şer didomin. Em êdî şer naxwazin. Em naxwazin cî û warê xwe biguherînin û bibine penaber. Saykolojiya zaroyên me xira bû."

    'EM NAXWZIN VEGERIN MUSILÊ JI BER KU REWŞ NE NORMAL E'

    Jina 43 salî ya bi navê Medine Millî ya ji Mûsilê ji Sputnikê re dibêje, dema DAIŞ hate Musilê ew ji bajêr reviyan, "Bo ku DAIŞ me nekuje ez û 6 zarokên xwe me ji Musikê bazda. Ne tenê em, bi hezaran mirovî ji Mûsilê bazda. Me ji Mûsilê bazda Hewlêrê. Niha em li kampê ne. Rewşa me baş e. Em Ereb in lê em dixwazin li Herêma Kurdistanê bimînîn. Çimkî ev der aram û ewle ne. Em li Mûsilê ditirsin û em naxwzin vegerine musilê çimkî li wir rewş ne normal e"

    Penaberên Iraqê li Kampên Herêma Kurdistanê Hewlêrê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Penaberên Iraqê li Kampên Herêma Kurdistanê Hewlêrê

    JI IRAQÊ REVIYABÛN SÛRIYEYÊ, JI SÛRIYEYÊ DÎSA REVIYANE IRAQÊ

    Rabi Ebbas (43 salî) serpêhatiyên xwe Sputnikê re ragihandin, "Dema ku DAIŞê bi ser bajarê Baacê de girtin em tirsiyan û em reviyan. Em tirsiyan ku DAIŞ min 8 zarokên min bikuje. Dema me bazda me hemû tiştên xwe li dû xwe hiştin. Dema revê 9 rojan em din ava şerê Yekîneyên Parastina gel (YPG) û DAIŞê de man. Piştî ku şer hinekî rawestiya em derbasî Sûriyeyê bûn. Piştî 8 mehan em dîsa vegeriyan Iraqê û em li kampa penaberab bicî bûn. Li kampê niha halê me xweş e. Lê li bajarê me hêj rewş aram nebûye lewma em newêrin vegerên warê xwe. Em şer naxwazin. Lê ji ber şer û pevçûnan zarokên me ji dibistanên xwe man. Herî zêde li ber wan dikevim. Min dixwest zarokên xwe bidime xwendinê, min dixwest ew bibine bijîşk lê mixabin nebû. Tekane daxwaziya min ew e ku dawi li vî şerî were û tu kes ji cih û warê xwe bidûr nekeve"

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Sûriyê bo Tirkiyê: Derhal hêzên xwe vekişînin
    Hevpeymaniyê rizgarkirina Reqayê piştrast nekir
    Keça Êzidî ya hatibû revandin ji Spûtnîkê re axivî: 12 caran hatim firotin
    ‘Ebû Azraîl’: Hin fermandarên Heşdî Şebî li dijî xwînrijandina Kurdan derketin
    Serokwezîrê Tirkiyê: Ev gel ti carî destûra avakarina dewletê nade
    Rûsya: Helwesta Tirkiyê ne dostane ye
    Naveroka nameya Tillerson ya bo Barzanî hat eşkerekirin: Dibe ku referandûmê nas bikin!
    Li gor CNNê, di mudaxaleya hilbijartinên DYAyê de Pokemonan alîkarîya Rûsyayê kirîye
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de