09:00 28 Gulan 2018
Heşdî Şebî

‘Ebû Azraîl’: Hin fermandarên Heşdî Şebî li dijî xwînrijandina Kurdan derketin

© REUTERS / Ako Rasheed
Iraq
Lînkê kurt
0 03

Fermandarê Tugaya 40. a Ketîbeyên Îmam Alî yên girêdayî Heşda Şebî yê bi navê ‘Ebû Azraîl', got ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo amadekariya êrîşa Kerkûkê di civînekê de, ferman daye wan û dê li rojên pêş bûyerên mezin li herêmê biqewimin.

Eyyub Falih Hasanê bi nasnavê xwe ‘Ebû Azraîl' da xuyakirin ku bi seroktiya Ebadî bi fermandarên pilebilndên Bexdayê re civîn hatiye kirin û Ebdaî ferman daye, hêzên Heşdî Şebî, Hêzên Zêrîn, Polîsê Federalî û Artêşa Iraqê ku di serî de êrîşê Kerkûkê û deverên din ên nakokî li ser wan heye bikin.

‘HIN FERMANDAR LI DIJÎ ŞERÊ KURDAN DERKETIN Û GOTIN, EM NAXWAZIN XWÎNA KURDAN BIRIJÎNIN'

Fermandarê Şîe herwiha da zanîn ku Fermandarê Ketîbeyên Îmam Alî, Hecî Şibil Zeydî û çend fermandarên din li dijî şerê Kurdan derketine û gotine, ew naxwazin xwîna Kurdan birijînin.

'ÇAWA KU FERMAN HAT DÊ ÊRÎŞ DESTPÊ BIKE'

Ebû Azraîl got, "Niha hemû hêz di amadebaşiyê de ne. Em li benda fermanên fermandarên xwe ne. Çawa ku ferman hat, dê êrîş dest pê bike. Em dê li herêmên nakok (derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li gor madeya 140) belav bibin. Lê belê em ti carî naxwazin bi hêzên Pêşmerge û Kurdan re şer bikin."

Ebû Azraîl diyar kir, dê di 2 rojên pêşiya me de, geşedanên mezin çêbibin û ew amade ne parastinê bikin.

Bi heman mijarî:

Serokwezîrê Tirkiyê: Ev gel ti carî destûra avakarina dewletê nade
Rûsya: Helwesta Tirkiyê ne dostane ye
Naveroka nameya Tillerson ya bo Barzanî hat eşkerekirin: Dibe ku referandûmê nas bikin!
Ji artêşa Iraqê belavoka Kerkûkê: Em li benda fermanê ne ku bikevin bajêr
Leşkerên Amerîkî di şerê muhtemel ên bi Rûsyayê re mezintirîn astengiya eşkere kir
Berpirsê Pêşmerge ji Spûtnîkê re: Şerê li Xurmatû bo 24 saetan hat rawestandin
80% ji rûsan baweriyê bi Pûtînî tînin
Etîketan:
Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de