09:12 26 Gulan 2018
Êrişa xwekujî - Bexda

Çekdarên nenas êrîşî şirketa Korekê kir

© REUTERS / Khalid al-Mousily
Iraq
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Li bajarê Hileyê yê Iraqê, çekdarên nenas bi ser baregaha sereke ya kompanya Korek Telecom de girt û baregah teqand. Herwiha 7 karmendên wê jî revandin.

Kompanya Korek Telecomê bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva Înê hejmareke çekdarên nenas êrîş kiriye ser avahiya sereke ya tora peywendiyan a Korek Telecomê ya li bajarê Hileya navenda parêzgeha Babilê. Çekdaran 7 karmendên Korekê revandine û avahî jî teqandiye."

Li gorî daxuyaniya Korekê, ji ber teqandina avahiya sereke, tora pêwendiyên Korekê ya li bajarên Hile, Necef, Kerbela, Babil, Dîwaniye û Mûsennayê qut bûye. Ji ber vê yekê ziyaneke madî gihiştiye kompanyayê.

LI BER ÇAVÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ PÊK HAT

Korek Telecom amaje bi wê yekê dike ku êrîş di dema rêwresma Mûherem de pêk hatiye û çekdaran li ber çavê hêzên ewlekariyê û niştecihên parêzgehê êrîş kiriye.

Beriya çend rojan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li dijî Herêma Kurdistanê çend biryareke nû derxist. Yek ji wan biryaran jî ew bû, ku kompanyayên gihandinê yên torên pêwendiyan bikevin bin rêveberiya hikûmeta federalî.

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

Juncker: Em destûrê bidin serxwebûnê dê yên din jî heman tiştî bikin
'Amerîka navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike'
Parêzerê Kurd xelateke navneteweyî wergirt
Barzanî bangî aliyên Iraqî û civata navdewletî kir
Heşda Şebî: Tu plana me ya êrîşkirina Kerkûkê nîne
Ji NATO ji bo Tirkiyê û Amerîkayê: Biaxifin
Rodî Osman: Êrişa li ser Efrînê li dijî prensîbên Rûsyayê ye
Etîketan:
şirketa pêwendiyan, Korek telecom, Heyder Ebadî, Kurdistan, Iraq, Babil, Hile
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de