23:34 16 Kanûn 2017
Zindî
    artêşa iraqê

    Serfermandarê Artêşa Iraqê li ser rewşa piştî referandûmê û Kerkûkê axivî

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Serfermandarê Artêşa Iraqê Osman Elxanimî gef xwar ku dê Kerkûkê kontrol bikin û ragihand, li gorî destûrê Kerkûk girêdayî Iraqê ye û bi çi awayî be, dê vî bajarî kontrol bikin.

    Elxanimî di hevpeyvîna li gel Ajansa Nûçeyan a DHA ya Tirkiyeyê de, li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û rûdanên piştî wê û herwiha rewşa Kerkûkê û niyeta Bexdayê bo qonaxa bê axivî.

    Serfermandarê iraqî amaje bi helwesta hikûmeta Iraqê ya li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê kir û ragihand, referandûm neyasayî û nerewa ye û ew referandûmê û encamên wê jî nas nakin.

    "IRAQ, ÎRAN Û TIRKIYE HEVKARIYÊ DIKIN"

    Herwiha Elxanimî diyar kir, ji ber referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ne tenê Iraq, belkî Tirkiye û Îranê jî zirar kirine û tekez kir, her sê welat li ser mijara referandûmê û çawaniya serederîkirina li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî encamdana referandumê bi hev re tevdigerin û di nava hevakriyeke hevbeş de ne.

    "DIVÊ BALAFIR Û DERIYÊN SÎNORÎ DI DESTÊ HIKÛMETA NAVENDÎ DE BIN"

    Serfermandarê artêşa Iraqê behsa hewlên hikûmeta navendî ya Iraqê bo kontrolkirina sînor û deriyên sînorî yên bi Tirkiyê û Îranê re û herwiha kontrolkirina gumruk û balafirgehan kir û got, li gorî Destûra Iraqê divê kontrola sînoran, gumruk û balafirgehan di destê hikûmeta navendî de be.

    Osman Elxanimî tekez kir: "Destûra Iraqê dide nîşandan, ku divê tevahiya sînorên Iraqê di kontrola artêşa Iraqê de be. Di hevdîtinên me yên li gel welatên herêmî de me gotiye, ku pêwîst e hemû sînor û hemû firokexane di kontrola hikûmeta navendî de bin û ji niha pê ve bi vê mebestê me tekez kir, ku divê tevahiya têkiliyan bi rêya hikûmeta navendî ya Bexdayê bihên girêdan."

    "BI HER AWAYÎ EM Ê KERKÛKÊ VEGERÎNIN"

    Derbarê rewşa Kerkûkê de jî, Elxanimî destnîşan kir, ku li gorî Destûra Iraqê divê bajarê Kerkûkê di bin kontrola artêş û hêzên ser bi hikûmeta navendî ve be û aşkere kir, bi her awayî be ew dê Kerkûkê vegerînin bin kontrola xwe.

    Serfermandarê artêşa Iraqê got: "Em ji Kerkûkê re dibêjin Iraqa Biçûk. Çimku li wê derê Tirkmen, Ereb, Kurd û Krîstiyan û pêkhateyên din dijîn. Kerkûk ji bo me, herêmeke me ya herî giring e. Li gorî Destûrê Kerkûk girêdayî Iraqê ye. Bi her şêweyekê be, dê Kerkûk were kontrolkirin. Li wê derê di demên pêş de dê tevgerên me çê bibin."

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Îranê ji bo referandûma Kurdistanê civiya
    'Referandûma Kurdistanê her dê rewşa kurdan ji ya niha baştir bike'
    Dadgeha Iraqê biryara desteserkirina endamên komisyona referandûma Kurdistanê da
    Kurdên Îranê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike (Vîdyo)
    Rojnameya brîtanî derbarê paytextê Kurdistanê de nivîsî
    Li gel dorpêç û mueyideyan, Herêma Kurdistanê pereyên xwe yên petrolê bê kêmasî dan
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, Osman Elxanimî, Îran, Iraq, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de