16:52 18 Hezîran 2018
Kerkûk

Wezîrê iraqî bo Kerkûkê: Em ê vegerin rewşa sala 2014an

Sputnik
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Hundir ê Iraqê Qasim El Erecî ragihand ku tiştê Herêma Kerkûkê tê kirin, piştî bidawîbûna DAIŞê belavkirina hêzên federal e.

El Erecî daxuyaniyek da û tê de got," ti operasyon li Kerkûkê tine lê operasyonek heye daku piştî bidawîbûna DAIŞê, Hêzên Federal (ên Iraqê) li wê herêmê bên belavkirin.

Li gorî medyaya iraqî, wezîrê iraqî got, ev tişt tê kirin daku em vegerin rewşa Hezîrana 2014an".

Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyeke Hêzên Pêşmerge ji Spûtnîkê re ragihandibû ku Hikûmeta Iraqê 24 saet mohlet dane Pêşmergeyan daku ji Kerkûkê derkevin.

Hêzên Pêşmerge jî ragihandibû ku dê venekşin û ketine rewşa amadebaşiyê daku berevaniya Kerkûkê bikin.

 

Bi heman mijarî:

Artêşa Amerîkayê li Kurdistanê baregeheke xwe vala kir
‘Ger Kurd piştgiriyê bidin yekîtiya Iraqê, dê danûstandin destpê bikin’
Şerê bajêr xurt bû: 22 kuştî
Heta niha ji sedî 92 axa Sûriyeyê ji DAIŞê hat paqijkirin
Barzanî: Amerîka û civaka navnetweyî hişt ku Bexda van biryaran bide
Pîlotê ku balafira wî li Hatayê ketibû serbest hat berdan
Sivîlên Kerkûkê bi çek derketin kolanan: Kosret Resûl bi 6 hezar Pêşmerge re gihîşt bajêr
Etîketan:
rewşa Kerkûkê, Artêşa Iraqê, Pêşmerge, Qasim El Erecî, Kurdistan, Iraq, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de