22:24 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Iraqê mercên xwe ji bo diyaloga li gel Kurdistanê eşkere kirin

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 68 0 0

    Berdevkê Hikûmeta Iraqê îro çend merc eşkere kirin ku divê herêma Kurdistanê bîne cih daku gotûbêjan derbarê qeyrana referandûma serxwebûna Kurdistanê de bidin destpêkirin.

    Li gorî Reutersê, Berdevkê Hikûmeta Iraqê îro gotiye, çend mercên wan hene ku divê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bîne cih berî ku dest bi gotûbêja qeyrana referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.

    Rayedarê iraqî di berdewamiya xwe de got: "divê hikûmeta herêmî ya (Kurdistanê) serweriya desthilata federal li ser dosyaya bazirganiya derveyî qebûl bike ku dosyaya kirîn û firotina petrolê jî di nav de ye…(û) dosyaya ewlekarî û parastina sînoran jî ku deriyên hewayî û bejahî jî di nav de ne."

    Di dawiyê de got, "ev prensîp bingeh in ji çi diylaoga ku hikûmeta herêmê bixwaze re".

    Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh rexneyên tund li birêveberiya Bexdayê girtibûn lê dîsa jî teqez kiribû ku amade ne diyalogê bikin.

    Ji aliyê din ve, heta niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî her yek merc ji bo diyalogê pêşniyar dikir û ew jî betalkirina encamên referandûmê bû.

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê PYDê: Em piştgirî didin îradeya Kurdistanê û divê her kes jî rêzê bigre
    Şêwirmendê Serokwezîr: Kurdistan bi destê Tirkiyeyê tê avakirin
    25 hezar cerdevanên nû dest bi kar dikin
    Tirkiye: Em ê li gel Îran û Iraqê hêdî hêdî deriyên Kurdistanê bigirin
    Li Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    ‘Krûvazora Amerîkî li hemberî Koreya Bakur bêkêr e'
    Etîketan:
    Heyder Ebadî, ıraq, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de