23:12 24 Hezîran 2018
Heyder Ebadî

Ebadî behsa Konfederaliyê kir û 3 şertên gotûbêjê danîn

© REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna heftane ya rojnamevanî de şertên ji bo gotûbêjên bi Hewlêrê re ragihand û diyar kir, “Ji bo pêkanîna sîstema konfederaliyê pwîstî bi guhertina destûrê heye.”

Heyder Ebadî got ku ew pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nabirin û da xuyakirin: "Her gotûbêjên ligel Herêma Kurdistanê, pêwîst e li ser sê bingehan be; yekîtiya Iraqê, destûr û redkirina referandûmê."

Ebadî derbarê sîstema Konfederasyonê ya navbera Kurdistanê û Iraqê de jî got: "Ji bo pêkanîna sîstema Konfederaliyê pwîstî bi guhertina destûrê heye."

Serokwezîrê Iraqê li ser deverên kêşebar ragihand, îdareya ewlehiya deverên nakokî di desthilatdariya Hikûmeta Federalî de ye û herwiha ji hêzên Pêşmerge daxwaz kir, ku rûbirûyî hêzên federalî nebin li deverên nakokî.

Ebadî da zanîn ku, "Petrola Iraqê malê hemû iraqiyan e" û li ser şirketên telefonan jî got, "Şîrketên telefonan di bin desthilatdariya federaliyê de ne û bi gotina wê dikin."

Serokwezîrê Iraqê Ebadî li ser serdana Fransayê da xuyakirin ku Fransa jî giringiyê dide yekîtî û serweriya Iraqê.

Ebadî bal kişand ser ku îsal sala dawî ya DAIŞê ye li Iraqê û wiha axivî: "Li her derê tirs ketiye dilê DAIŞê. Hêzên me hin dever azad kirin ku di serdema rejîma berê de ti hêzeke leşkerî negihiştibû wan deran."

 

Bi heman mijarî:

Rûsya li dijî plana Amerîka ya derbarê leşkerên Îranê de ye
Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
Salih Muslim: Em dixwazin têkiliyên me bi Rûsyayê re baş bin
Pentagonê li ser krîza navbera Tirkiye û Amerîkayê daxuyanî da
Partiya Skoçî ragihand: Dê referandûmeke din bê kirin
PDKê biryara ji bo veger û nevegera xwe yê parlamentoya Iraqê da
‘Dê serokên Tirkiyê û Îranê li Bexdayê referandûma Kurdistanê nîqaş bikin'
Etîketan:
Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de