01:37 14 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Hesen Rûhanî

    ‘Dê serokên Tirkiyê û Îranê li Bexdayê referandûma Kurdistanê nîqaş bikin'

    © REUTERS/ Kayhan Özer
    Iraq
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 01

    Serokomarên Tirkyeyê Recep Tayyip Erdogan û Îranê Hesen Rûhanî ji bo ku, bi Serokwezîrê Îraqê Heydar Ebadî re rewşa qeyrana derudora referandûma serxwebuna Kudistanê û encamên wê ji bo herêmê nîqaş bikin serdana Bexdayê dikin.

    Li gorî nûçeya rojnameya As-Sabahê ku zanyariyên xwe dispêre parlamenterê îraqî Abdel Huseyîn el Azîrcavî îdikiriyeku di demeke nêz de li Bexdayê paytexta Iraqê dê hevdîtineke sêalî pêk were.

    Li gor îdayên parlamenterê îraqî, di demeke nêzîk de li paytexta Îraqê hevdîtina sê alî destpêbike, di civînê de her sê serok encama referandûma serxwebûna Kurdistanê û krîza bi encamê referandûma Kurdistanê ve girêdaye, nîqaş bikin.

    ‘EBADÎ DAXWAZA HEVDÎTINÊ KIR'

    Li gorî agahiyên rojnamê, hevdîtin di vê mehê de dê pêk were, lê dîroka hevdîtinê nediyar e. Herwiha bo pêkanîna civînê, Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî israr kiriye, ji ber ku krîz ewil li Iraqê dide.

    Tê payîn kû di civînê de, biryarên derheqa Herêma Kurdistanê û radestkirina kontrola sînorên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran yên Tirkiyeyê û Îranê ji bo hikumeta federal bêtin standin, her wIha statuya herêmên nakokîbar bê diyarkirin.

    Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ya kû hikumeta Îraqê qebulnekiriye, roja 25ê Îlonê lidarketibu. Komîsiyona bilind ya kurdan a serbixwe ya referandumê û hilbijartinan, ragihandibu kû ji zêdetir ji 9% ji hilbijêrên ku di plebîsîtê de beşdar bûn, dengên xwe ji bo cihêbûna ji Iraqê dane. Hewlêr ragihand kû amadeye encamên referandumê ji bo du salan bicemidîne û bi Bexdayê re ji bo çareserkirina nakokiyan dest bi dîalogê bike. Hikumeta Federal daxuyand kû heya encamên referndumê neyne betal kirin wê gotubêjan red bike. Pozîsiyona hikumute navendî ya Îraqê Enqere û Tehranê destek kirin. Roja 4 cotmehê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan serdana Îranê kiribû, li wir Erdogan bi rêveberiya Komara Îslamî re gotubêj pêkanîbu û di nav de rewşa referandûma Herêma Kurdistanê nîqaş kiribu. Di encama hevdîtinê de hatibu ragihandin kû ew amadene her gaveke Bexdayê ya ji bo parastina yekîtiya welatê erebî bê kirin, destek bikin. Kurdistana Îraqê — navê ne fermî yê Herêma xweser ya Kurdistanê ye, herêm xwedî statuya otonomiya berfireh di nav axa Îraqê de ye û di awayekî huquqî di destura bingeyîn ya walêt de hatiye destnîşankirin.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    'Îsraîl nîvê petrola Kurdistanê dikire'
    Balyozê Iraqî yê li Rûsyayê: Bexda li dijî Kurdistanê ambargoyê pêk nayine
    Almanyayê pêşniyara navbeynkariyê li Kurdistanê kir
    ‘Bê piştgiriya Rûsyayê serkeftina Kurdistanê ne garantî ye'
    Wezareta Bazirganiyê ya Kurdistanê derbarê rewşa dergehên sînorî de agahî dan
    Îlham Ehmed: Em piştgiriya biryara serxwebûna Kurdistanê dikin
    Etîketan:
    referandûm, rojnameya As-Sabahê, Hesen Rûhanî, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de