22:01 11 Kanûn 2017
Zindî
    Bexda

    'Herin dewleta xwe, ne Mesûd û ne referandûma wî, bi kêrî we nayê'

    © AFP 2017/ SABAH ARAR
    Iraq
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 01

    Wiha diyar e ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bûye sedem ku welatiyên kurd ên li Bexdayê rastî acizkirin û nexweşiyan werin. Hat îdiakirin ku gef li kurdan hatiye xwarin ku li ser kaxezan "herin dewleta xwe. Ne Mesûd û ne jî referandûma wî dê bi kêrî we neyên" hatiye nivîsîn.

    Li gorî nûçeya malpera alarabyê, welatiyekî bi navê Ela Xoşnaw ragihandiye ku hinek milîsên taxa El Mensûrê ya luks kontrol dikin êdî kurdên wê derê aciz dike û wiha pê de çûye: "Endamên milîsan ku dewriyeyên kontrol li bazara wê taxê digerin bi gotinên nijadperest (kurd) aciz kirin û paşê me hinek kaxez dîtin ku gefan dixwin û li ser wan wiha hatiye nivîsîn; herin dewleta xwe. Ne Mesûd û ne jî referandûma wî dê bi kêrî we neyên".

    Herwiha Xoşnawî destnîşan kir ku acizî gihiştiye astekê ku hinek kurdan xanî û dikanên xwe firotin û berê xwe dane Herêma Kurdistanê, ji tirsa ku şerekî neteweyî çêbibe wek şerê 2006 û 2007an ku bi hezaran hatin kuştin û wendakirin bi awayekî ku hîn cihê wan nayê zanîn."

    "HÎN NEBÛYE ŞEREKÎ MEZHEBÛ LÊ XETER HEYE"

    Herwiha li gorî heman malperê, fermandarekî polîsên Bexdayê jî piştrast kiriye ku çend welatiyên kurd gilî kirine û gotiye: "Mesele negihiştiye wê asta wek a şerê mezhebî".

    Fermandarê polîsan wiha dewam kiriye: " Lê dîsa Jî xetera meseleyê heye ku ji ber gelek bazirganên kurd li Bexdayê hene û dibe ku bibin armanca milîs û çeteyan, eger rageşî dewam bike."

    Hêjayî gotinê ye ku Serokê Şepêla Sedrê Muqtda Esedirî roja şemiya borî hişyariyek dabû li dijî gefxwarina li kurdên li Bexdayê û bajarên din ji ber referandûma serxwebûna kurdistanê û ew helmet wek "fitneyeke siyasî" bi nav kiribû.

    Ji aliyê din ve, ti daxuyaniyên fermî ne ji Birêveberiya Herêma Kurdistanê û ne jî ya Iraqê derbarê vê mijarê de nehatine nehatine dayîn.

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    2 baskên operasyona Bagera Cizîrê gihîştin hev: Kuştî hene
    Li Sûriyeyê balafireke şer ya Rûsyayê ket
    Polîsan êrîşê bîranîna Gara Enqereyê kirin
    Parlamentoya Ewropa: Bila Yekîtiya Ewropa piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
    Vîdyoyeke balkeş yê Mam Celal û Kamûran Bedirxan derket holê
    Fermandarê HSDê Roj Kobanî: Hindik ma Reqqa ji DAIŞê bê paqijkirin
    Etîketan:
    Iraq, Bexda, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de