20:09 14 Kanûn 2017
Zindî
    Haşdî Şabî

    Cîgirê Serokomar Iraqê: Bila hikûmet sînorekî ji Haşdî Şabî re deyne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê serokomarê Iraqê di axaftina xwe de ragihand ku nabe welatên cîran destwerdanê di navbera gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de bikin.

    Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî di axaftina xwe de got: "Pêwîst e kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi gotûbêj û danûstandinan werin çareserkirin. Lê heger Haşdî Şabî bixwaze şer li dijî Pêşmerge ragihîne, ew mijareke din e û nizanim kî li pişt wê ye."

    Elawî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku nakokî kûrtir nebin, pêwîst e welatên herêmê destwerdanê di danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nekin."

    Cîgirê Serokomarê Iraqê ji bo Haşdî Şabî jî hişyarî da derketina nakokiyan di navbera wan û hêzên Pêşmerge de da û got: "Eger wekî tê gotin ku rast be çekdarên Haşdî Şabî di bin kontrola hikûmeta navendî de bin divê sînorekî ji bo wan tayîn bike."

    Bi heman mijarî:

    Ji Bexdayê daxuyanîya sîstema Konfederaliya Iraq û Kurdistanê
    Galbraith: Zextên Iraq, Tirkiye û Îranê dê lezê bidin serxwebûna Kurdistanê
    Qiralê Erebistana Siûdî derbarê Iraq, Sûriye û Filistînê de axivî
    Amerîka ji bo Kurdistanê Iraq û Tirkiye hişyar kir
    Iraq: Bila parlamenterên kurd ji Bexdayê werin derxistin
    Etîketan:
    Haşdî Şabî, Hêza Pêşmerge, Cîgirê Serokomarê Iraqê, Eyad Elawî, kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de