18:19 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Bexda

    Erdogan, Rûhanî û Ebadî ji bo mijara serxwebûna Kurdistanê dicivin

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 11702

    Hat ragihandin ku dibe di van çend rojên pêşiya me de civîneke sêalî di navbera Erdogan, Rûhanî û Ebadî de ji bo mijara serxwebûna Kurdistanê were lidarxistin.

    Li gorî zanyariyên berdest, di çend rojênpêş de civîneke sêalî di navbera serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan de ji bo mijara serxwebûna Kurdistanê li Bexdayê were lidarxistin.

    Serkirdeyê Hevpeymana Niştmanî ya desthelatdar li Iraqê Casim Mihemed Ceiferî ji malpera El-Erebî El-Cedîd re got: "Diva bû Heyder Ebadî jî beşdarî civîna Erdogan û Rûhanî ya li Tehranê bibûna, lê derfet çê nebû, lewra daxwaz kir ku civîneke sêalî di navbera hersê aliyan de li Bexdayê were lidarxistin, ji ber ku Iraq xwediya vê pirsê ye, çaverê ye di çend rojên dahatî de ew civîn bê lidarxistin."

    Ceiferî got: "Wê civîn gotûbêjan li ser çawaniya serederiyê li gel pirsa Kurdistan û referandûma serxwebûna Kurdistanê bike, da ku ew tedbîrên stendine û di demên bê de li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê bistînin, ziyanê li gelê Kurdistanê neke. Heya niha dema civînê nehatiye destnîşankirin, lê wek gotin rêkeftin çêbûye ku civîn li Bexdayê bê lidarxistin."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî Serokwezîrê Tirkiyeyê vexwende Bexdayê
    Ebadî bangî Pêşmergeyan kir: Bi hêzên Iraqê re hevkariyê bikin
    Ebadî ji bo wefata Talabanî sê roj şîn ragihandin
    Ebadî ji bo Kerkûkê hişyarîyeke din da Herêma Kurdistanê
    Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da: Em jî hûn jî nikarin referandûmê hilweşînin
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Serokwezîrê Iraqê, Serokomarê Tirkiyeyê, Hesen Rûhanî, Recep Tayyip Erdogan, Heyder Ebadî, Tirkiye, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de