22:34 18 Hezîran 2018
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê İbrahim Caferi

Iraqê li dijî Kurdistanê bangeke din li Îran û Tirkiyê kir

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
0 02

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê li ser sepandina sizayên bi hinceta referandûma Herêma Kurdistanê bang li Îran û Tirkiyê kir.

Wezareta Derve ya Iraqê daxwaz ji Îran û Tirkiyê kir ku hemû tevgerên bazirganî heta hinardekirin û firotina petrolê bi ser Hikûmeta Navendî ya Iraqê re bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hefteyek berî niha me nivîseke fermî daye balyozên Îranê û Tirkiyê yên li Iraqê û me ji wan re ragihandiye, divê li deriyan serederiyê ligel hikûmeta Iraqê bikin û hemû ew derî jî ku ne di bin kontrola îdareya hikûmeta Iraqê de ne, werin daxistin."

Wezaretê diyar kir, niha Iraq ligel her du weletên Îran û Tirkiyê kar dike ji bo cîbicîkirina rêkarên derbarê vê mijarê de.

 

Bi heman mijarî:

Balafira Îsraîlê li sînorê Xezeyê ket
Şaredarê MHPyî plakeya Mûsil û Kerkûkê derxist
Ryan Dillon: Pêşmerge hevkarê me yê sereke ye
Resûl: Çûyîna Mam Celal zirareke mezin e bo Kurd û Kurdistanê
3 êrîşkarên cenazeyê dayika Tugluk hatin berdan
Encamên fermî yên referandûma Katalonyayê hatin ragihandin
Dizeyî: Hêza me têr dike, lê pêwîst nake em serê 10 metroyan hêzê deynin
Îran: Em ji ber şaşiyên stratejîk gazinan ji kurdên Iraqê nakin
Etîketan:
Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de