16:16 25 Hezîran 2018
Eski Irak Cumhurbaşkanı ve Kürdistan Yurtseverler Birliği (KYB) Genel Sekreteri Celal Talabani

Parlementerên Iraqê ji ber alaya Kurdistanê tev li merasîma Talabanî nebûn

© REUTERS / Ako Rasheed
Iraq
Lînkê kurt
0 02

Parlementerê Hevbendiya Dewleta Qanûnê Heyder El Muewle îro îniyê ragihand ku li gel çend parlementeran ji merasîma veşartina Serokkomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî vekişiyane û sedema vekişînê jî, alaya Kurdistanê nîşan da ku darbestê Talabanî pê hatibû pêçan.

Cenazeya Talabanî îro li bajarê Silêmaniyê bi alaya Kurdistanê hatibû pêçan û wiha hat veşartin.

Rayedarên iraqî dibêjin ku diviyabû cenazeya wî pêşî bigihişta Bexdayê daku cenazeyeke fermî li wir bihata kirin û dûre bo Silêmaniyê bihata şandin lê malbata Talabanî israr kir ku cenazeya wî bo Bexdayê neyê şandin û rasterast were Silêmaniyê.

Li gorî nûçeyên medyaya iraqî, El Mewle dibêje: Em û çend parlementerên din hatin Silêmaniyê daku cenazeyê Serokkomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî wexer bikin lê piştî em gihiştin wê derê bi nîv saetê me dît ku protokola veşartinê têk çûye û herwiha cenazeyê Talabanî ji dêvela alaya Iraqê bi ya kurdî hatiye pêçan."

"KANALEKÊ WEŞANA XWE BIRÎBÛ"

Parlementerê iraqî diyar kir ku pêçana bi alaya Kurdistanê, hiştiye ku ew bi heman balafira pê hatibûn vegerin Bexdayê û destnîşan kir ku hejmara wan parlementeran 10 kes bû.

Hêjayî gotinê ye ku Kanaleke iraqî bi navê  El Îtrcah weşana xwe ya merasîmê birîbû û bi binnivîsê wiha gotibû: "(Kanala) El Îtcah lêborîna xwe dixwaze ku dê weşandina merasîma serokkomarê berê dewam neke ji ber alaya Iraqê li cenazeya wî nehatiye pêçan".

Bi heman mijarî:

Dîplomatê Bosnayî: Referandûma Kurdistanê meşrû ye û ez piştgirî didimê
Esad: Em li dijî hemû hewldanên perçekirina Iraqê ne
Li Hindistanê Helîkoptera leşkerî ket: 7 mirî
Berdevkê Enîya Tirkmen: Tirkiye toz û dûmanê radike, lê tiştek tuneye
Balafira ku termê Mam Celal hildigre gihişte Silêmaniyê
Etîketan:
alaya Kurdistanê, Heyder El Muewle, Celal Talabanî, Bexda, Kurdistan, Iraq, Silêmaniyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de