15:35 21 Hezîran 2018
Hêzên Pêşmerge 25 kîlometreyan li nêzîkî Başîqayê

Balyozê Iraqê li Tirkiyeyê: Divê meseleya Başîqayê bê çareserkirin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Iraqê li Tirkiyeyê Hîşam Elî Ekber El Elawî got," ji bo hemû cûreyên operasyonan, divê meseleya Başîqayê were çareserkirin."

Derbarê nîqaşên li ser tetbîqata leşkerî ya hevpar a di navbera Artêşa Iraqê û ya Tirkiyeyê de, Balyozê Iraqê li Tirkiyeyê Hîşam Elî Ekber El Elawî axivî.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, El Elawî destnîşan kir ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim dê serdana Bexdayê bike û wiha pê de çû: "Ji bo her cûreyeke operasyonan, divê meseleya Başîqayê bê çareserkirin."

El Alevî derbarê bê wê hikûmeta Iraqê û Tirkiye kirîna petrolê a rasterast ji Kurdistanê çawa çareser bikin de weha axifî: "Ev ji bo her du aliyan jî meseleyeke pir giringe. Wekî hûn dizanin berê di navbera Tirkiye û hikûmeta Iraqê de li ser vê mijarê kêşe derketibûn û bibûn sedema rakêşiyê. Hikûmeta Iraqê ji kirîna petrolê a ji Herêma Kurdistanê ne razî bû, heta Kurd jî ji ber ne zelaliya dahatên petrolê nerazî bûn. Derbarê hevdîtinên di vê mijarê de nikarim bêjim lê helbet ev mesele tê axaftin. Di hevdîtinên serokwezîrên her du welatan de dê ev mijar li ser maseyê be.

DIBE KU LI HERÊMA FIŞABÛRÊ DERIYEKÎ NÛ WERE VEKIRIN
El Alevî gotiye ku; Hikûmete Iraqê ji bo ku deriyê Xabûrê ji jêr kontrola Birêveberiya Herêma Kurdistanê derxîne, bi Tirkiyê re di nav hevkariyekê de ye. Alevî ragihandiye ku: Vekirina deriyekî nû ê di navbera Tirkiyê û Hikûmeta Iraqê de jî di rojevê de ye. "Deriyê ku dê li herêma Fişabûrê were vekirin, wê rasterast di ser Musilê re bêyî ku di Herêma Kurdistanê re derbas bibe, dê li Iraqê vebe. Di mehên pêşiya me de, di vê mijarê de dê gav werin avêtin.

 

Bi heman mijarî:

Barzanî: Hewlên Parlamentoya Iraqê Kurdistanê dûr dixe
Îran: Ev referanduma kurdan wê bi herêma Iraqê re sînordar nemîne
Eşîrên Erebên Sunî piştgirî dan Kurdistanê û sizayên Iraqê red kirin
Serokomarê Iraqê: Referandûm mafekî qanûnî ye, lê veqetandin ne qanûnî ye
Lijneya Ragihandina Şer a Iraqê ji bo firîna balafiran: Me ti ferman nedaye
Etîketan:
Hîşam Elî Ekber El Elawî, Binali Yildirim, Başîqa, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de