22:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Li Hewîceyê milîşeyên Heşda Şebî û leşkerên Iraqê

    Ji hevpeymaniyê daxuyaniya Hewîceyê: Hezar DAIŞî teslîm bûn

    © REUTERS/
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê ragihand ku li bajaroka Hewîce ya Iraqê ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, hezar milîtanan xwe radest kirin.

    Di daxuyaniya nivîskî ya Operasyona Hêza Yekgirtî ya Biryardariya Siruştî de, hevpeymaniyê pîrozî li hikûmeta Iraqê û hêzên ewlekariyê kir ku Hewîce ji destê DAIŞê bi serkeftî rizgar kirine.

    'DI 14 ROJAN DE BÊHTIRÎ HEZAR DAŞÎYAN XWE RADEST KIR'

    Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di operasyona 14 rojan a Hewîceyê de, bêhtirî hezar milîtanên DAIŞê xwe radestî hêzên ewlekariya Iraqê kirine.

    Herwiha di daxuyaniyê de nirxandinên Korgeneral Paul E. Funk II jî hatin parvekirin û Funk dibêje, artêşa Iraqê gelekî serkeftî şer kiriye û ji bo parastina sivîlan jî baldar bûye.

    Korgeneral Funk da xuyakirin ku dê bajarokê Hewîce bo rayedarên sivîl û hêzên ewlekariyê were radestkirin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, bi kontrolkirina Hewîceyê re DAIŞê li Iraqê derbeyeke mezin xwariye û artêşa Iraqê herwiha navçeyên Ana, Reyhana û Akaşat ên bajarê Enbarê jî xistine jêr kontrola xwe.

    '4 MILYON KES JI DESTÊ DAIŞÊ HATIN RIZGARKIRIN'

    Hevpeymaniyê ragihand, heta niha artêşa Iraqê zêdetirî 4 milyon kes ji destê DAIŞê rizgar kirine û li Iraqê rûbera 41 hezar 500 kîlometrî ya di destê DAIŞê de hatiye paqijkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîkî li Sûriyê ‘bi piştevaniya terorê’ alozîyê çêdikin’
    Li Japonyayê ewreke ecêb ku dişibe maran xuyabû
    Nivîskara ereb nivîsî bê Barzanî çima û çawa referandûm bi paş de nexist
    Tirkiye hejmarek zêde tank şandin ser sînorê Kurdistanê
    Lavrov: Pûtîn û Qralê Siûdî li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin
    Qiralê Erebistana Siûdî derbarê Iraq, Sûriye û Filistînê de axivî
    Lêgerina aşiqekî wenda: Aşiq Zulfi Yoldaş
    Li Urmiyeyê 2 teqîn çêbûn
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de