06:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    Balyozê amerîkî li Iraqê Doglas Silliman

    Amerîka: Em aciziya gelê Kurdistanê fêm dikin lê em piştgirê Iraqeke yekgirtî ne

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Iraq
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 20

    Balyozê amerîkî li Iraqê Doglas Silliman ragihand ku şerê li dijî DAIŞê berdewam dike û di dawiyê de ji ber hevgirtina hêzen iraqî dê têk biçe û destnîşan kir ku referandûma serxwebûna Kurdistanê hêviya wan şkandiye ji ber dibe ku bandoreke neyênî li ser serkeftinên li dijî DAIŞê bike.

    Sillimanî îro li avahiya balyozxaneyê civîneke çapemeniyê li dar xistû tê de got, "em li gel wê yekê ne ku rageşiya navbera Bexda û Hewlêrê kêm bibe û em piştgiriya Iraqeke bipêşdeketî, yekgirtî û demokrat dikin û em giringiyê didin bipêşdeketinê ji ber em piştgiriya wê yekê dikin ku iraqî piştî serkeftina temam li dijî DAIŞê li ser vê mijarê bifirikin."

    Herwiha balyozê amerîkî axiftina xwe wiha dewam kir: "Em piştgiriyê didin diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê. Berî referandûmê,me û çend dewletên din hinek pêngav avêtin daku diyalog di navbera herdû aliyan de çêbibe û NYyê jî amadekariya xwe diyar kir. Lê piştî ku referandûm çêbû, pêşniyara serperiştkirina diyalogê hat kişandin. Em bawer nakin ku çareserkirina nakokiyan bi pêngavên yekalî pêkan e. Divê berî çi alî pêngavekê biavêje, ji xwe bipirse bê gelo rêzê li hemû rengan digire û li gorî destrûrê ye. Em aciziya Bexdayê di vê mijarê de fêm dikin û herwiha aciziya gelê Kurdistanê jî fêm dikin ku dinya li dijî referandûmê ye lê baweriya me bi Iraqeke yekigirtî û bipêşdeketî tê."

    "HEJMARA HÊZÊN MAERÎKÎ LI IRAQÊ SIFIR E"

    Derbarê hêzên amerîkî li Iraqê jî, wiha got, "hejmara hêzên amerîkî li Iraqê sifir e û piştgiriyeke hewayî ya amerîkî û ya hevpeymanê ji bo operasyonên rizgarkirina  Hewîceyê û herwiha piştgiriyeke bi topxaneyan û şêwirmen hene daku hevahengiyê di navbera hêzên hewayî û yên topxaneyê de pêk bînin ku şaşî çênebin."

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    John Bolton 'Piştgiriyeke bihêz' da referandûma serxwebûnê
    Beriya referandûma serxwebûnê bi rojekê rewşa Kerkûkê
    Ji Kiliçdaroglu pêşniyara bo referandûma serxwebûnê
    Neteweyên Yekbûyî li ser referandûma Kurdistanê daxuyanî da: NY bifikar e!
    Ji Koşka Spî piştî referandûma Kurdistanê yekem daxuyanî
    Çavdêrên navneteweyî: Referandûma serxwebûnê li gorî standarên demokratik pêk hat
    Etîketan:
    referandûm, Doglas Silliman, ıraq, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de