12:44 17 Kanûn 2017
Zindî
    Iraq - Bexda

    Li Iraqê herêmeke din daxwaza referandûmê dike

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku erebên sunî yên Iraqê jî dixwazin bibin xwedan herêmeke serbixwe û ji bo vê dixwazin wekî Herêma Kurdistanê referandûmê pêk bînin.

    Li gorî nûçeya malpera BasNewsê, berdevkê eşîrên ereb ên deşta Nînowayê û yek ji mezinên erebên sunî yên Iraqê Muzahim El Huwêt got: "Erebên sunî jî dixwazin bibin xwedan herêmeke serbixwe. Herêma erebên sunî dê ji beşek ji parêzgeha Bexda, Nînowa, Enbar, Diyala û Selahedînê pêk were."

    Muzahim El Huwêt di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokeşîr û mezinên erebên sunnî bo vê yekê gavên baş avêtine û amadekarî bo ragihandina herêma erebên sunî kirine. Mafê erebên suniye bibin xwedan herêmeke serbixwe da ku em carekî din rastî komkujî û zilma komên terorîst û şîeyên Iraqê neyên."

    Herwiha endamê encûmena wîlayeta Nînowayê Xezwan Dawidî got: "Erebên sunî dixwazin vê mijarê li wîlayeta Nînowa û çend herêmên din bixin rojevê. Îhtimal heye ev mesele bi rêya referandûmekê bikeve rojevê û li parlamentoya Iraqê jî xebatek bo vê yekê tê kirin. Suniyên Iraqê dixwazin bibin xwedan herêma xwe û ji zilma şîeyan rizgar bibin."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo Kurdistanê Iraq û Tirkiye hişyar kir
    Iraq: Bila parlamenterên kurd ji Bexdayê werin derxistin
    Iraq li navê Kurdistanê hat zêdekirin
    Gelo Îran, Tirkiye û Iraq dê bikarin destwerdaneke leşkerî li Kurdistanê bikin?
    YNK: Em teslîmî tehdîdên Îran, Iraq û Tirkiyeyê nabin
    Etîketan:
    Mezinê erebên sunî yên Iraqê, Xezwan Dawidî, Muzahim El Huwêt, Nînova, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de